Şaxê ÎHD'ê yê Amedê û xizmên windahiyan di çarçoveya Hefteya Windahiyan a 17-31'ê Gulanê de li Meydana Şêx Seîd duh êvarê bi findan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Tevî rêveber û endamên ÎHD'ê û xizmên windahiyan, Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Baroya Amedê, Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê û gelek aktîvîstên mafên mirovan amade bûn.
Di çalakiya ku find hatin pêxistin de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku windahî rastiyeke vî welatî ne û anî ziman ku aqûbeta bi hezaran kesên hatin revandin an jî di binê çavan de hatin windakirin, hînê nayê zanîn.
Bîlîcî got, "Bi salan me li qadên cuda ji bo tespîta kiryaran xebat meşandin, lê mixabin dewleta Komara Tirkiyeyê di vî warî de gaveke biçûk jî neavêtiye. Bi sûcên li dijî mirovahiyê re rû li hev nehatiye. Û em vê dibêjin. Heta ku hûn li vê rastiyê rû li hev bên, weke mirovên ji hiqûq, nirxên gerdûnî û edaletê bawer dikin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Bîlîcî banga "Êdî dest ji veşartina kiryaran berdin" kir û got, "Van kiryaran derxînin pêşberî dadgeriyê û bêjin ku windahiyên me li ku ne. Ji bo aştiyeke bi rûmet û heqîqetê, pêwîstiya me bi vê heye."
Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî jî da xuyakirin ku windahiyên li vî welatî rû dane, şerma vî welatî ne û destnîşan kir ku ew hêvîdar in heqîqet ê derkeve holê û aştî misoger bibe.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî got, "Dema di çalakiyên der heqê windahiyan de em li hev kom dibin, em dibînin ku dîroka Kurdistanê dîroka windahiyan e. Ev mirov, ji ber ku ji bo maf, pêşeroj û welatiyên xwe ketin nava hewldanan, hatin windakirin."
Li dû axaftinan, wêneyê windahiyan li erdê hatin raxistin û li pêşiya her yek ji wêneyan findek hat pêxistin. Piştî nîv saetê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.