Li Konyayê li 5 hunermendên ku stranên bi Kurdî gotin lêpirsîn hat vekirin

Li Konyayê li 4 hunermendên ku bi hinceta di 8’ê Adarê de stran gotine û hunermendekî ku sîstema deng a muzîkê bi kirê dabû wan, lêpirsîn hat vekirin.

Li Konyayê li 5 hunermendên ku stranên Kurdî gotin lêpirsîn hat vekirin. Careke din derket holê ku gotinên hikûmeta AKP’ê yên weke qedexeya li ser zimanê Kurd hatiye rakirin, derewin. Astengiyên li ser zimanê Kurdî hîna didomin. Hunermend Serpîl Sakir, Ayhan Oruç, Hasan Yaşar, Îrfan Temur û Salîh Gokçe ku di 8’ê Adarê de li Konyayê beşdarî bernameya ku HDP’ê organîze kiribû, bûn, bi hinceta ku ‘propgandaya rêxistinê kirine’ lêpirsîn lê hatin vekirin. Têkildarî hunermendên ku îfadeya wan li Midûriyeta Emniyeta Polîsan hat girtin, ji aliyê dozgeriya Komarê ya Konyayê ve îdîanameya 8 rûpelî hat amadekirin. Bi daxwaza girtinê gazî 2. Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê kirin û wê di 1’ê Hezîranê de jî derkevin dadgehê.

DI ÎDÎANAMEYÊ DE DÎROKA PKK’Ê TÊ VEGOTIN!

Dozgerê Komarê yê Konyayê Muhammet Samî Saçkan di îdîanameya ku amade kir de, dîroka PKK’ê gav bi gav vedibêje, navê hemû rêxistinên hatine avakirin, wateya stranên tên gotin û gelek çalakiyên rêxistinê bi cih kir û bi stranên ku hunermendan gotine têkilî danî. Di îdîanameyê de, qeydên kamerayê yê bernameyê cih digire û dirûşmên hatine berzkirin, axaftinên hatine kirin, cih danê. Di îdîanameyê de gotinên stranên ‘Oramar’, Destana Zapê’ û ‘Berxwedan’ li Tirkî hatine wergerandin û bi hinceta propagandaya rêxistinê kirine, tên sûcdarkirin.

AMÛRÊN MUZÎKÊ JÎ RASTÎ LÊPIRSÎNÊ HATIN!

Li solîstê Koma Zelal ku yek ji koma herêmî ya Konyayê ye, Hasan Yaşar jî ji ber sîstema deng a muzîkê ya ku ji bo 8’ê Adarê kirê kiriye jî, lêpirsîn hatiye vekirin. 2.Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê bi daxwaza girtinê gazî Yaşar kir.

ÎŞKENCEYEKE SÎSTEMATÎK TÊ MEŞANDIN

Yaşar nerazîbûn nîşanî bûyerê da û got ji ber stranên di pergala muzîkê de hatiye lêdan sûcdar hatiye îlankirin û got: “Ev pêkanîna li Tirkiyeyê, li welatê her dîj demokratîk yê cîhanê  jî nehatiye dîtin. Bi polîtîkayên zext û çewisandinê em her tim bi sedemên vala hatine sûcdarkirin. Li ser hunermendên herêmî, bi awayekî sîstematîk îşkenceyek tê meşandin.

Yaşar destnîşan kir ku di Newroza 2011’an de ji ber ku cil û bergên gelerî li xwe kiriye jî doz lê hatiye vekirin û wiha got: “Li vî welatî tevî ku stran û cil ne qedexe jî, bi awayekî keyfî nêzî me dibin. Li Tirkiyeyê muzîka Kurdî, ji firotina esrarê, kuştina kesan bi rîsktir e. Em dixwazin demildest dawî li van polîtîkayan bê.”

...