Çeteyê sîxurê MÎT'ê ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hat girtin

Tê gotin çeteyekî DAIŞ'ê yê ji Erzîromê, ku sîxurê MÎT'ê ye, ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hatiye girtin.

Li Mûsilê di pevçûna 24'ê Nîsanê ya navbera pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ'ê de, 17 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn, 35 çete hatibûn kuştin. Tê gotin ku di vê pevçûnê de çeteyekî DAIŞ'ê yê ji Erzîromê, ku sîxurê MÎT'ê ye, ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hatiye girtin.

Di 24'ê Nîsanê de, li gundê Sehelîl ê navçeya Mûsil Iyaziyeyê di pevçûna navbera pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ'ê de 17 pêşmergyan jiyana xwe ji dest dabûn, 35 çete jî hatibûn kuştin. Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe aşekra bike ragihand ku di vê pevçûnê de çeteyekî welatiyê Tirkiyeyê yê sîxurê MÎT'ê ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hatiye girtin.

Çavkanî diyar kir ku ev çete beriya niha li Tirkiyeyê ji kuştinê hatiye girtin, 30 salan cezayê hepsê lê hatiye birîn, lê belê weke sîxurê MÎT'ê ji bo tevlî nava çeteyên DAIŞ'ê bibe, serbest hatiye berdan.

Kesê ku der heqê bûyerê de agahî da ajansa me anî ziman, Fermandarê Pêşmergeyan Tarik Koyî, çeteyên DAIŞ'ê yê dîl hatiye girtin, radestî wezîfedarê Fermandariya Îstîxbaratê Zêrevanî Emîd Behçet kiriye. Lê belê nayê zanîn ku ev çete niha li ku tê ragirtin.

...