Di çalakiya sala 2. a berxwedana Gezî ya li Parîsê de ku ji aliyê ASFA ve hat organîzekirin, Kardeş Turkuler û Sevînç Kirmizigul bi muzîka xwe re derketin pêşberî beşdaran. Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan jî li Parîsê bi Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re civiya.
Li Parîsê ASFA'yê bi wesîleya duyemîn salvegera berxwedana Gezî çalakiyeke bîranînê lidar xist. Bîranîna li Salona Şano ya Bonne Noûvelle ya Parîsê ku, bavê Berkîn Elvan Samî Elvan jî lê made bû, bi dokûmantera li ser Gezî destpê kir. Di çalakiyê de cangoriyên Gezî yên di pêvajoya Gezî de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Kekê Alî Îsmaîl Korkmaz Gurkan Korkmaz jî, ji ber ku vîze jê re nehat dayîn, nekarî beşdarî bîranînê bibe, lê belê bi peyameke nivîskî beşdar silav kir. Samî Elvan jî pêvajoya rû da û bûyerên heta qetilkirina Berkîn vegot.
Di bîranînê de ku şahidan nêrînên xwe yên li ser dema Gezî anîn ziman, Sevînç Kirmizigul û Kardeş Turkuler derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Li standeke li derveyî salona konserê jî, ji bo Pirtûkxaneya Alî Îsmaîl Korkmaz a li Metzê vebe, pirtûk hatin qebûlkirin. Bîranîna ku dirûşmên ji bo Gezî, Rojava û HDP'ê bê navber lê hat qîrîn, saet di 18:00 de bi dawî bû.
...