Ciwanên Kurd li Kadikoyê rastî îşkenceyê hatin

Li Kadikoyê du xwendekarên Kurd rastî îşkenceya hov a komeke nîjadperest a bi navê Platforma Tevgera Turanci' hatin.

Li Kadikoyê du xwendekarên Kurd rastî îşkenceya hov a komeke nîjadperest a bi navê Platforma Tevgera Turanci' hatin. Du ciwanên Kurd li bodruma komeleya bi navê Mala Çandê ya Atsiz a Kadikoyê hatin girtin, destê wan hatin girêdan, cop xistin devê wan û bi amûra elektîrîkê tehdîd kirin, bi saetan derbkirin. Serokê Platforma Tevgera Turanci ku berê talîmata êrîşkirina li dijî HDP’ê dabû û her wiha îşkence li du ciwanan kiriye û sê kesên din hatin binçavkirin. Parêzer Tamer Dogan ji ANF’ê re axivî û got ku ciwan ji ber ku Kurd bûne hedef hatine girtin û divê ev kes bên girtin. 

Ji du xwendekarên rastî îşkenceyê hatin C.A yê li Zanîngeha Okan beşa Anesteziyê dixwîne, îfade da polîsan û di îfadeya wî de dijminahiya li dijî Kurdan radixe ber çavan.

ALOZIYA DI ÇAPEMENIYA CIVAKÎ DE DESTPÊ KIRIYE

C.A yê ku di 20’ê Gulanê de saet di 20.30’an de diçû kampusa Hasanpaşa Kadikoy a Zanîngeha Okan tiştên hatin serê wî wiha vegot: “Ez ji ezmûnê derketim. Polîsên hêzên çevîk li ber derî bûn. Hevalên min ên Kurd bi hîndekaran re diaxivîn. Ez jî çûm cem wan. Li ser çapemeniya civakî di navbera hevalên me û ulkucuyan de alozî derketibû.  Ez û 20 hevalên xwe bi rêveberina polîsan saet li dora 21.45’an ber bi Akasya AVM’ê çûn. Koma Ulkucu jî berê xwe da Cadeya Sogutluçeşmeyê. Em hinekî li kolanan geriyan û em bi komên ji du kesan pêk dihatin, belav bûn. 

NAVENDA ÎŞKENCEYÊ YA MALA ÇANDÊ YA ATSIZ

Saet li dora 22.20’an de komeke ji 15 kesî pêk dihat li Cadeya Sogutluçeşmeyê, bi ço êrîşê me kirin. Çend hevalên ligel me ber bi kolana Vîşne reviyan. Ez û hevalê ligel min çûn kolana Gazîosmanpaşa.  Me xwe li pişt wesayîtekê veşart. Piştî demekê em derketin û bi me girtin, birin Mala Çandê ya Atsiz. Ez û hevalê min Îbrahîm em kirin odeyekê. Li vir îşkenceyek tund li me kirin. Telefonên me ji me girtin. 

Kesekî temenî wî nêzî 30’yî bejna wî 1.78-85 bû ket hundir. Banda kolî pê re hebû. Kulm li me xist. Destê me girê da. Deqeyek şûnde bant derxist. Goreyên xwe yên qirêj xistin devê me û bi bantê dîsa devê me girtin. Em di ava qirêj de dan rûniştandin. Piştre jî kesekî 20-21 salî  ço xist destê xwe û li me xist.

EM TEHDÎD KIRIN

Piştre kesekî di yê bejna wî 1.70-75 bi komekê re hat hundir. Ji axaftinên wî me hîn kir ku ev serokê wan e. Dijûnên xerab ji me re kirin. Bi awayekî tund, bi kursiyê li me xistin. Serê me her duyan li hev dixistin. Kêr û alava elektrîkê derxistin. Devê me vekirin. Gore ji devê me derxistin. Serê min çend caran li maseyê xistin. Yekî got polîs tên. Li ser vê devê me dîsa girtin û gotin dengê xwe dernexin.

FOTOKOPIYÊN NASNAMEYA ME GIRTIN

Piştî polîs çûn dîsa hatin. Dîsa li me xistin. Digotin ‘Hûn Firat Çakiroglu nas dikin’ û heqaret li me dikirin. Piştre fotokopiyên nasnameya me girtin û em berdan.

JI BER KURD BÛN HEDEF HATIN GIRTIN

Bi hewldana parêzer Tamer Dogan, serokê Platfomê Hasan Kocabey û sê kesên din hatin binçavkirin. Parêzer Dogan diyar kir ku bi saya peyama ku ciwanan şandiye agahî girtine û got: “Ciwanên ku hatibûn desteserkirin, ew kes teşhîs kirin. Me ji kamerayên mobeseyê jî ev tespît kir. Parêzerê Hasan Kocabey tinebû. Wî kesî li ser twîtterê talîmata êrîşa li hemberî HDP’ê daye. Ev kes li kolanên Kadikoyê digirin û ciwanê Kurd hedef digirin. Heta ev îşkencekar cezayê negirin em ê dest ji vê dozê bernedin.”

...