Li Bazîdê 10 ciwanên din hatin girtin
Li Bazîdê ji ciwanên hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin û bi vî rengî hejmara girtiyan bû 14 kes.
Li Bazîdê ji ciwanên hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin û bi vî rengî hejmara girtiyan bû 14 kes.
Li navçeya Agirî Bazîdê, ji 19 ciwanên ku di çalakiya şermezarkirina fûhûşa li maleke li Kolana Akasya ya Taxa Ûlûyolê di 21'ê Gulanê de hatibûn binçavkirin, 10 jê sewqî edliyeya Bazîdê hatin kirin.
Ciwanên bi navê Abdûllah Ozcan, Mehmet Emîn Gok, Yilmaz Oktay, Halîl Ozbey, Emrah Kandemîr, Mûstafa Çelîk, Osman Tûran, Sînan Tûran, Yûsûf Tanrikûlû û Behdîrhan Îper ên ji bo werin girtin radestî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin. 10 kesên hatin girtin li Girtîgeha Agirî hatin bicihkirin.
Ji ciwanên di vê operasyona polîsan de hatin binçavkirin 9 jê pêr sewqî Edliyeya Agirî hatibûn kirin, ji van 4 ciwan hatibûn girtin û 5 ciwan jî bi şertê serbestiya bi kontrol, hatibûn berdan.