Kesê bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê hat teşhîskirin
Kesê ku bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê ji aliyê şahidên bûyerê yên gazî emniyetê kirin ve ji dîmen û wêneyan hate teşhîskirin.
Kesê ku bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê ji aliyê şahidên bûyerê yên gazî emniyetê kirin ve ji dîmen û wêneyan hate teşhîskirin.
Kesê ku bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê ji aliyê şahidên bûyerê yên gazî emniyetê kirin ve ji dîmen û wêneyan hate teşhîskirin. Derket holê ku kesê li Edeneyê dîmen û wêneyên wî di çapemeniyê de derketine heman kes e.
Têkîldarî êrîşên bombeyî yên li Edene û Mêrsînê, şahidên bûyerê yên Mêrsînê cara sêyemîn ji bo îfadeyê gazê emniyetê hatin kirin. Şahidên ku hatin emniyetê dîmenên heyî yên di destên polîsan de êrîşkar teşhîs kirin û kesê ku bombe daniye avahiya Edene û Mêrsînê heman kes in.
BI TRENÊ VE JI EDENEYÊ DIÇE MÊRSÎNÊ
Kesê navborî ji Edeneyê li trenê siwar bûye û çûye Mêrsînê çûyîna wî bi MOBESE’yan ve hatiye tespîtkirin. Ji Mêrsînê piştî ku ji trenê peya dibe diçe avahiya HDP’ê ya Mêrsînê û li avahiyê 15 deqîqe dimîne û ev yek di MOBESE’yê de tê dîtin. Kesê navborê piştî ku ji avahiya HDP’ê derdikeve diçe maxezeyeke nêzî wir û dema ku derdikeve cilên xwe tê dîtin ku guherî ye. Kum êli serê xwe j îtê dîtin ku derxistiye. Ev nêzîkatiya kesê navborê wekî bi profesyonelî tevdigere hate şîrovekirin.