Onlu û Şahîn: Bi kilîla winda ya çiyayan ber bi jiyana nû

Dêrsimê bersiva xwe ya dîrokî da û helwesta xwe ya ku li rex HDP’ê ye aşkera danî holê. Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê îro mîtîngeke dîrokî pêk anî û di pîrozbahiyan de serketina xwe careke din qîr kir.

Dêrsimê bersiva xwe ya dîrokî da û helwesta xwe ya ku li rex HDP’ê ye aşkera danî holê. Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê îro mîtîngeke dîrokî pêk anî û di pîrozbahiyan de serketina xwe careke din qîr kir.

Ligel parlamenterên HDP’ê yên Dersimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, nûnerên HDP, DBP, ESP, Partîzan, DHF, EMEK û bi hezaran kes li Qada Seyîd Riza kom bûn. Kincên herêmî ku bala mirovan kişand dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî biratiya gelan”, “Me bi berxwedanê qezenç kir” hatin gotin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê Bariş Almak ê li vir axivî got, tevî hemû zext û zilma ji demên berê heta niha li Dêrsimê rûmet û serbilindiya li Kurdistan û Tirkiyeyê tê jiyîn.

‘JI XWEDIYÊ PROJEYA HDP’Ê BIRÊZ OCALAN RE HEZAR SILAV’

Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî got: “Û em ji vir ji Qada Seyîd Riza careke din qîr dikin. Ji xwediyê projeya HDP’ê Birêz Ocalan re hezar silav.”

BI KILÎLA WINDA YA ÇIYAYAN BER BI JIYANA NÛ

Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu jî gotin, “Em ê bi kilîla winda ya çiyayên Dêrsimê jiyana nû ava bikin. Weke her dem dizane çiwa bersivê bide. Em ê pir kurt biaxivin ji ber Dêrsim duh axivî.”

Piştî axaftinan tevî baranê jî pîrozbahî bi coş didome.

 

...