ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ajansa Nûçeyan a Cîhan (CHA) tê astengkirin
Yek ji du ajansên nûçeyan ên encamên hilbijartinê aşkera dike Ajansa Nûçeyan a Cîhan (Cihan Haber Ajansi-CHA) malpera wê venabe. -
AKP’ê ev jî kir: Miriyan deng bikar anîn!
AKP’ya ji bo li desthilatdariyê bimînê her cure rêbazên ne rewa bikar tîne herî dawî bi miriyan deng da bikaranîn. -
Li Îzmîrê ji HDP'ê der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyanî
Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Muslum Dogan, der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyaniyek dan. -
DBP: Bila gelê me biherike dibistanan, xwedî li sindoqan derkeve
Bi vebûna sindoqan re buroya çapemeniyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bila gelê me biherike dibistanan, xwedî li sindoqan derkeve." -
Jimartina dengan destpê kir
Dengdayîna li Kurdistan û Tirkiyeyê ji saet 17:00 û pê ve bi dawî bû. Jimartina dengan destpê kir. -
Wesayîtên bê plaqe li her derê ne
Wesayîtên bê plaqe li gelek navçeyên Stenbolê hatin dîtin. -
Di wesayîta bê plaqe de deng hat dîtin
Derket holê ku du wesayîtên bê plaqe yên li hewşa Dibistana Seretayî ya Huseyîn Ersû ya li taxa Malkoçoglû ya navçeya Stenbol Sûltangaziyê, wesayîtên polîsan e. -
Nehêlin wesayîtên bê plaqe dengan bibin!
Nehêlin ku kîsên dengan bi wesayîtên bê plaqe bên barkirin û birin! -
Li Qoserê li ber dibistanên deng lê tê bikaranîn wesayîtên bê plaqe
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, li ber hin dibistanên deng lê tê bikaranîn wesayîtên bê plaqe sekinîne. Ev wesayîtê balê dikişînin. Gel bi biryar e ku heta encamê hilbijartinê diyar bibe li ser sindoqan be. -
Balûken: Pêwîst e em hişyar bin
Îdrîs Balûken ê HDP'yî hişyar kir ku mimkun e beriya dengan bînin edliyeyê biguherînin û banga amade bin, li muşahîd û gel kir. -
AKP'yiyê cara duyemîn deng bikar anî li ser sûc hat zevtkirin
Hamît Ovenç ê li Dibistana Seretayî ya Mahmûdiye ya navçeya Stenbol Aksarayê wezîfedar, dema cara duyemîn deng bikar anî, hat zevtkirin. Der heqê Ovenç ê ji aliyê HDP'yiyan ve hat zevtkirin, rapor hat nivîsandin. -
Di wesayîtên bê plaqe de gelo pisûlaya dengan heye?
Tê gotin ku ji wesayîtên bê plaqe yên li Sûltangazî ya Stenbolê pisûlaya dengan derketiye. -
Li Serhedê hîleyên hilbijartinê
Li bajarê Serhedê bi sed hezaran hilbijêr li ser sindoqan e. Ji bikaranîna pisûlayên bêmor heta hewldanên dûrxisitna çavdêrên HDP'yî ji dora sindoqê, gelek binpêkirin rû didin. -
Namzetên Rihayê: Îdîaya dengên komî sexte ye
Wêne û nûçeyên çapemeniya alîgirê hikûmetê yên bi serenavê "Li Rihayê skandala dengê komî yê HDP'ê" hatin serwîskirin sexte ne. Namzetê HDP'ê Ayhan got, "Îdîaya dengê komî derew e." -
Elektrîka Wêranşar hat qutkirin
Hat ragihandin ku li navçeya Wêranşar a Riha ji ber trafo teqiya elektrîk hatiye qutkirin. -
Li Amedê dîmenên rengîn
Ji bo hilbijartinên giştî ku dengdan didome li Amedê dîmenên rengîn hene. -
Li Denîzlî telefon û înternet qut bûn!
Hat ragihandin ku li derdora dibistanên li Denîzlî xeta telefon û înternetê qut bûye. -
Gundê Kole dest ji boykotê berda
Welatiyên gundê Kole yê Zêtkanê, ku biryara boykotkirina hilbijartinê girtibûn, piştî ku Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik çû gund, dengê xwe bikar anîn. -
Di tevna civakî de banga “tekerên wesayîtên bê plaka biteqînin'
Li gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ber dibistanan ku wesayîtên bê plaka tên dîtin welatiyan dixe nav gumanan. Di tevna civakî de banga “tekerên wesayîtên bê plaka biteqînin' hat kirin -
Li Asiye Kolçak a HDP'yî gef hat xwarin
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Asiye Kolçak ku li binpêkirina mafan a li Dibistana Mesût Beyatizli ya li taxa Namik Kemal a Bûrsayê werda, gef xwar. -
Li gundê Olûklû yê Qersê muşahidên HDP’yî tên astengkirin
Hat ragihandin ku destûr nehat dayîn muşahidên HDP’ê li gundê Olûklû yê Qersê li ser sindoqan bisekinin. -
AKP'yiyekî 4 deng bikar anî!
Derket holê ku AKP'yiyekî li sindoqa bi hejmara 1127 a li Dibistana Seretayî ya Valî Kûtlû Aktaş a Îzmîrê, 4 deng bikar aniye. -
‘Ji bo dengekî êrîş kirin, me di sindoqan de bersiv da’
Bi sedan welatiyên ku li Amedê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê pak hat de birîndar bûn bi ambulansan ve çûn ser sindoqan. Welatiyên ku dengên xwe bi kar anîn peyama “Me di sindoqan da bersiv da” dan -
AKP’yiyên li ber sindoqê stand vekirin zextan dikin
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê hin AKP’yiyan li navenda hilbijartinê ya Dibistana Navîn a 80.Yil a Odeya Tîcaretê li ber sindoqa hejmar 1187 stand vekirin û zextê li hilbijêran dikin. -
Wesayîtên bê plaqe rê li ber fikaran vedikin
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, wesayîtên bê plaqe yên li derdora navendên dengdayînê tên dîtin rê li ber fikaran vedikin.