"Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike"

Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê destnîşan kir ku girseyên bindest ber bi desthilatdariyê ve dimeşin û got, "Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike.

Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê der barê serketina HDP û hêzên tifaqê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de daxuyaniyek weşand û got, "Girseyên bindest ber bi desthilatdariyê ve dimeşin. Ji bo avakirina rêveberiyeke ku bindest xwedî mafê gotin, erk û biryardariyê ye, ev yek hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike."

Di daxuyaniya konfederasyonê de ev xal hat destnîşankirin:

"Hilbijartinên giştî yên li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê, tevî hemû şert û mercên ne wekhev, tevî hemû zext, êrîş, dek û dolabên çîna serdest û neteweperestan a li hemberî bindestan, HDP û hêzên tifaqê bi serketineke mezin a siyasî veguherandiye desketiyeke girîng. Dînamîka bingehîn a serketinê di tercîha girseya gel de ye. Em vê tercîhê silav dikin. Meyla rast a siyasî û mafdfariya girseyan, tercîheke bi vî rengî derxist holê, em hemû dînamîkên di vê serketinê de rol lîstine, silav dikin. Girseyên bindest ber bi desthilatdariyê ve dimeşin. Ji bo avakirina rêveberiyeke ku bindest xwedî mafê gotin, erk û biryardariyê ye, ev yek hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike."