Li Kolnê pîrozbahiya serketina HDP'ê

Li bajarê Elmanya Kolnê bi qasî 3 hezar Kurdistanî û Tirkiyeyiyan, encamên hilbijartinê bi hev re li qadekê şopandin.

Li bajarê Elmanya Kolnê bi qasî 3 hezar Kurdistanî û Tirkiyeyiyan, encamên hilbijartinê bi hev re li qadekê şopandin.

Di kombûna li ber Dêra Domê ya Dîrokî de ekraneke mezin hat amadekirin û encamên hilbijartinê bi awayekî zindî hat şopandin. Piştî ku sindoq vebûn 3 hezar kesên kombûyî bi coşeke mezin dirûşmên "Em HDP diçin Meclîsê" qîriyan û govend gerandin.

'EM HÎNÊ LI DESTPÊKA RÊ YE'

Hozan Diyar jî bi stranên xwe reng da pîrozbahiyê. Girseya gel li ber stranên Hozan Diyar û dahol û zirneyê govend gerand.

Dûre encamên yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Yuksel Doç li ser dikê gel silav kir. Koç di axaftina xwe ya li vir de got, "Em hînê di destpêka rê ne. Divê ji niha û pê ve em kedeke mezin bidin. Divê em xwedî li HDP'ê derkevin. Spasiyên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim."

...