Li herêmên xeta taybet a dewletê HDP bi pêş dikeve

HDP'ê rêjeya dengên xwe yên li bajarên Kurdistanê yên ku dewlet weke xeta taybet bikar tîne, gelekî zêde kir.

HDP'ê rêjeya dengên xwe yên li bajarên Kurdistanê yên ku dewlet weke xeta taybet bikar tîne, gelekî zêde kir. HDP'ê ku dengên xwe yên li Elezîz, Meletî, Erzîngan û Mereşê zêde kir. Her çend ji van bajaran parlamenter nehat derxistin jî, dengên ji van bajaran hatin wergirtin di hilweşandina bendê de roleke girîng lîstin.

HDP'ê, li gorî hilbijartinên Serokomariyê û hilbijartinên giştî yên sala 2011'an, hejmara dengê xwe yê li bajarên Elezîz, Erzîngan, Meletî û Mereşê zêde kir.

ELEZÎZ

Li bajarê Elezîzê ku yek ji bajarên kadroyên pêşeng ên PKK'ê jê derket e, her çend HDP'ê dengê xwe qat bi qat zêde kir jî, ji ber ku hejmara parlamenteran ji 5'an daket 4'an, nekarî parlamenterekî derxîne. Berî û piştî darbeya 80'yî, dewletê ev bajar veguherand navenda dewleta kûr û xwest pêşî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bigire. Bû yek ji navendên ku heta roja îro dewletê polîtîkayên xwe yên ewlekariya taybet lê bicih anî. Rayedarên dewletê yên ji mezinbûna têkoşîna azadiyê ya li vî bajarî tirsiyan, bajar bi salan di nava dorpêçiyê de ragirtin.

Tevî zext, şîdet û girtinên li bajêr, ku dewlet bi zanebûn û taybet vê polîtîkayê dimeşîne, tevgera azadiyê ya Kurd li vî bajarî roj bi roj mezin dibe. HDP'ê di van hilbijartinan de jî careke din xwe li bajêr da hîskirin.

Li bajarê ku di hilbijartinên giştî yên 2011'an de DTP bi namzetên serbixwe tê de cih girt, bi qasî 18 hezar deng stend. Di hilbijatrinên Serokkomariyê yên 2014'an de Selahttîn Demîrtaş bi rêjeya ji sedî 10.88'an re zêdeyî 31 hezar deng stend.

Bajarê ku di hilbijartinên beriya niha de 5 parlamenter dişand parlamentê, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê hikûmeta AKP'ê ev hejmar daxist 4 parlametneran. Ji ber vê guhertinê, HDP a ji sedî 15.25 a dengan û 48 hezar 704 deng stend û bû partiya sêyemîn, nekarî parlamenterekî derxîne.

Li bajêr ji 4 parlamenteran 3 jê AKP'ê, 1 jî MHP'ê bi dest xist. Tevî ku HDP'ê li vir parlamenterek dernexist jî, dengên li Elezîzê hatin wergirtin tevkariyeke mezin li hilweşandina bendê kir.

MELETÎ

Bajarekî din ê Kurdistanê ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên taybet re hewl dide pêşî li rêxistinbûyîna tevgera azadiyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk bigire Meletî ye. Bajarê ku nifûsa Elewî û Kurdan lê zêde ye, weke yek ji herêmên ku dewletê ji xwe re weke herêma tampon hilbijartiye. Ev bajar bi awayekî zanebûn ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin.

Tevî van polîtîkayên li bajêr tên meşandin jî tevgerên demokratîk sal bi sal xwe bêhtir didin hîskirin.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2014'an de Selahattîn Demîrtaş bi rêjeya ji sedî 5.31 re 21 hezar 566 deng wergirt. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê rêjeya dengê xwe derxist 7.92'an û 34 hezar 765 deng stend.

Bi taybetî li navçeyên Akçadag, Yazihan û Argûvanê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, HDP'ê destekek mezin dît.

ERZÎNGAN

Li bajarekî din ê Kurdistanê Erzînganê jî HDP'ê rêjeya dengên xwe di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de zêde kir û weke partiya çaremîn ji bajêr derket. Dengên li vî bajarî hatin bidestxistin, tevkariyeke xurt li hilweşandina bendê kir.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên 2014'an de Selahattîn demîrtaş bi rêjeya ji sedî 4.06'an 5 hezar 57 deng stendibû. Di van hilbijartinan de HDP'ê bi rêjeya ji sedî 5.51'ê re 7 hezar 161 deng wergirt.

MEREŞ

Li Mereşê, herçend piştî Komkujiya Mereşê ya bi destê dewletê hat kirin, hewl hat dayîn nasnameyên cuda ji holê bên rakirin jî, ruhê azadiyê yê bi salan mezin bû bandora xwe hilbijartinan kir.

Tevî ku piraniya Elewiyên li Mereşê piştî komkujiyê derketin derveyî welat jî, desteka Elewî û tevgerên çep û sosyalîst ên hînê li herêmê ne, roj bi roj zêde dibe.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên 2014'an de Selahattîn Demîrtaş bi rêjeya ji sedî 4.29'an re 23 hezar deng stend. HDP'ê bi rêjeya 5.15 re 29 hezar 749 deng wergirt.

Li gorî encamên ji sindoqê derket, tê dîtin ku HDP'ê herî zêde destek ji navçeyên Pazarcix û Elbîstanê wergirtiye.