ESP Kurdistan: Ev serketin a ME ye

ESP Kurdistan a encamên hilbijartinê nirxand diyar kir ku yekane serketiyê hilbijartinê HDP ye û got: "Yanî ev serketin a ME ye. Niha rêya me dirêj e. Niha merheleya herî nû û dijwar a têkoşînê li benda me ye.”

ESP Kurdistan a encamên hilbijartinê nirxand diyar kir ku yekane serketiyê hilbijartinê HDP ye û got: "Yanî ev serketin a ME ye. Niha rêya me dirêj e. Niha merheleya herî nû û dijwar a têkoşînê li benda me ye. Em îro bi serketin, Em ê sibe serketineke hê mezintir diyarî gelên xwe û bindestan bikin.”

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kurdistan encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê nirxand.

ESP Kurdistan diyar kir ku yekane serketiyê hilbijartinan HDP ye û got: "Bendava hilbijartinê veguherandiye gincirê û serketin hembez kiriye.”

ESP Kurdistan wiha dewam kir: "Û ev serketin helbet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê ye û di avakirina pêvajoyê de rola wî ya muezzem heye. Yanî ev serketin a ME ye. Niha rêya me dirêj e. Niha merheleya herî nû û dijwar a têkoşînê li benda me ye. Em îro bi serketin, Em ê sibe serketineke hê mezintir diyarî gelên xwe û bindestan bikin.”