PGDM: Zîhniyeta dijberê demokrasiyê hilweşiya ye

PGDM di daxuyaniya xwe ya li ser serketina HDP'ê de got, "Gelan, sosyalîstan, jinan, kedkaran û hemû alîgirên demokrasiyê, zîhniyeta li dijî demokrasiyê hilweşandine."

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) di daxuyaniya xwe ya li ser serketina HDP'ê de got, "Gelan, sosyalîstan, jinan, kedkaran û hemû alîgirên demokrasiyê, zîhniyeta li dijî demokrasiyê hilweşandine."

PGDM diyar kir ku bloka demokratîk a gelan ku di encama ked, hewldan û fedekariya bi salan de derket holê, alternatîfa demokratîk a sêyemîn a Tirkiyeyê temsîl dike, li dijî zîhniyeta AKP'ê ya yekparêz feraseta demokrasiya pirrengî diparêze û got, "Bloka bi vê feraseta demokrasiyê tevgeriya, di bin sîwanê HDP'ê de civiya, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de benda li pêşiya demokrasiyê hilweşand û li dijî zîhniyeta AKP'ê ya alîgiriya şer, feraseta aştiyane ya gelan bi ser ketiye. 

AKP a ber bi dîktatoriya faşîst ve diçû, bi desteka xwe ya ji bo DAIŞ û derdorên weke Artêşa Azad re, di pêvajoya Kobanê de bi awayekî vekirî destketiyên Rojava hedef girt û ji bo gelên li herêmê ket rewşeke xetere. Ev rêveçûna nebaş, bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de, xera bûye.

Zîhniyeta li dijî gelan, sosyalîstan, jinan, kedkaran û alîgirên demokrasiyê hilweşiya ye. Bi vî rengî gel bi HDP'ê re ketine nav apêvajoyeek nû. Gelan HDP hilbijartine û zîhniyeta qetlîemkar a AKP'ê sekinandine.

Ev destketiya mezin bê guman bi ked, yekîtî û sekna bi rûmet a hemû derdorên bindest pêk hatiye. Em weke hêzeke vê pêvajoyê, serketina watedar a gelan pîroz dikin û her kesên di vî warî de ked dane silav dikin."