Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, ji bo encama di sindoqan de derket got: “Civaka Tirkiye guhertinê dixwaze.” Yuksek diyar kir dibe ku pêvajoyeke nû destpê bike û bersiv da daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Akdogan a têkildarî pêvajoya çareseriyê. Yüksek got: "Êdî weke berê hêza wan a civakê bi vî awayî tehdîd bikin nîne. Wê civak teqez çareseriyê ava bike. Ji lewra bila fîlmê dawiya xwe çêbikin.”
'GEL DIXWAZIN BI HEV RE BIJÎN'
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê ji ANF’ê re nirxand. Yuksek îtîrazî nirxandn wek, “HDP’ê dengên emanet wergirt. CHP û MHP’ê piştgirî da wan” kir. Yuksek got: "Ez di vê baweriyê de me ku nirxandinên hêza rast a gel biçûk dibîne ne di cih de ne.” Yuksek da zanîn ku encam hesreta gel a ji aştî, hizûr û demokrasiya rastî re ye û wiha dewam kir: "Gel dixwazin bibin bira, hevdu hembêz bikin. Lewma piştgirî dane HDP’ê û hiştine HDP bendê derbas bike.”
Yuksek got ku rastiya encamên hilbijatinê ev e ku civaka Tirkiyeyê guhertinê dixwaze.
'KURDAN RÊ NEDA POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ'
Yuksek, têkildarî encamên li Kurdistanê bi dest xistine jî got, "Kurd rê nadin polîtîkayên desthilatdarî û dewletê. Nîşan da ku bi ti argumanan nayê xapandin. Di pêvajoya hilbijartinê de ti tiştekî ku AKP’ê bikar neanî û negot nema. Bi awayekî bêperwa li hember gel bikar anî. Lê civaka Kurd guh neda wan, biryar da ku di pêkhateya siyasî ya nirxên wê temsîl dike de bibe yek. Li Kurdistanê ji derveyî Kurdan Suryanî, Êzidî, Ermenî, Ereb, Elewiyan jî piştgirî dan HDP’ê. Li Tirkiyeyê jî xwişk û birayên me yên Tirk piştgirî dan me. Ev destpêkeke nû ye.”
Yuksek bi lêv kir ku li Tirkiyeyê wê pêvajoyek nû destpê bike û got: “Ger di nîqaşên hikûmet û îstîkrarê nefetise wê pêvajoyeke rejîma siyasî ya demokratîk û piranî destpê bike. Welat ne mahkumê partiyekê ye. Gel ev nîşan daye.”
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NE DI TEKELA AKP’Ê DE YE
Yuksek di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser daxuyaniya cigirê serokwezîr Yalçin Akdogan û got: “Pêvajoya çareseriyê ne di bin tekela AKP’ê de ye. AKP hikûmeta duh bû, ne ya îro ye. Civak çareseriya xwe ferz dike. AKP, ji ber ku evqas ji çaseriyê dur ket, evqas xwîn winda kir. Vê nabînin.”
Yuksek got: “Di pêvajoya hilbijartinê de têkildarî pêvajoya çareseriyê de dikarî geşedanên gelek girîng pêk bihata. Birêz Ocalan têkildarî bêçekbûnê daxuyaniyek dabû. PKK’ê diyar kir ku ji vê re amade ye. Lê ji bo vê divê hinek pêngav bihatana avêtin. Divê ji aliyê hikûmetê ve şert û mercê vê bihatana avakirin. Lê di vê mijarê de pêngav navêtin. Erdogan berovajî vê dîreksiyon 180 derece şikand. Got;pêvajoya çareseriyê tine, pirsgirêka Kurd tine.’ Ji bo dengên neteweperestan bigirin wisa got. Lê negirt. Hem ji mizgeftê û hem jî ji dêrê bû. Bûn dijberê pêvajoyê. Piştgiriya gel qût bû. Ger pêngavên pêwist bavê de, belkî îro me encamên gelek gelek cuda bigirta.
BILA FÎLMÊN DAWIYA XWE ÇÊKIN
Yuksek da zanîn ku nêzîkatiya AKP, Yalçin Dogan û Serokkomar a li dijî pêvajoyê şaş e û got: “Sankî pêvajoya çareseriyê bi awayekî din nayêkirin, Akdogan îro daxuyaniyê dide. Ger fîlmek bê çêkirin, mijara wê jî eve; AKP’ê pêvajoyek mezin ji bo desthilatdariya xwe têk bir. Yalçik Akdogan di vê fîlmî de aktorê sereke an jî alîkarê aktore. Lê bila Tirkiyeyê bi tehdîdên wekê ‘pêvajo qeday, aştî ji vir şûnde tine’ tehdîd nekin. Êdî hêza wan ya bi vî awayî tehdîd bikin tine. Civak wê çareseriyê pêk bîne. Kî çareseriyê bîne wê wê bîne desthilatdariyê. Ji ber vê jî bila fîlmên dawiya xwe bikêşin.”