Piştî HDP'ê di hilbijartina giştî de bend ji sedî 13.1 derbas kir, bi sedhezaran alîgir û dilxwazên HDP'ê bi boneya serketina HDP'î pîroz bikin, bi maşîneyên xwe derketin kolanan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Di serî de li Amed, Wan, Riha, Enqere, Îzmir, Şirnex, Sêrt û gelek bajarên din welatî bi coşek pir mezin pîrozbahiyan pêk tînin. Gel bê navber dirûşma, "Bijî Serok Apo berz dikin. Di pîrozbahiya li Rihayê de Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, diyar kir ku ew serketinê diyarî Ocalan û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin.
Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi sedhezaran hilbijêr, dilxwaz û alîgirên HDP'ê bi coş û kelecanek pir mezin serketina HDP'ê pîroz dikin. Piştî HDP'ê di 7'ê Hezîranê de benda hilbijartinê ji sedî 13.1 derbas kir, ji duh êvarî de li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê endam û dildarên HDP'ê li kolanan in û pîrozbahiyan pêk tînin. Gelê daketin kolanan bi maşîneyan li korneyan didin û di kolanên bajaran de tûran davêjin. Kesên di maşîneyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG/YPG û alên HDP'ê bilind dikin û bê navber dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Em HDP, Em biçin Meclîsê", "Bê serok jiyan nabe" berz dikin. Li gelek kolan û qadên bajaran girseyên li hev kom bûne li dora muzîkê govend gerandin û li kolanan bi fîşekên hewayî pîrozbahiyê pêk tînin. Li Riha, Amed, Wan, Enqere, Îzmir. Semsûr, Şirnex, Sêrt û Mêrdînê gel rabûye ser piyan û bi kêfxweşiyek herî mezin serketina HDP'ê pîroz dikin.
SERKEFTİN DIYARÎ OCALAN KIRIN
Di pîrozbahiya li qada Topçu ya Rihayê de wekilên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemir, Dîlek Ocalan, Îbrahim Ayhan, Leyla Guven û Ziya Çalişkan û wekilê berê yê Rihayê Îbrahim Bînîcî amade bû. Li qadê alên PKK, YPG, YPJ, KCK, HDP'ê hatin rakirin. Di vê pîrozbahiyê de Wekîla HDP'ê ya Rihayê diyar kir ku ew vê serketinê diyarî Ocalan û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin.
Li navçeyên Wêranşar, Serêkaniyê, Pirsûs yên Rihayê û Semsûrê jî pîrozbahiyên mezin hatin lidarxistin.
LI ÎZMİRÊ ŞAHIYA MEZIN
Li qada Gundogdu ya Îzmirê jî piştî serketina HDP'ê pîrozbahiyek mezin hat lidarxistin. Li vir jî posterên Ocalan û alên PKK, KCK û HDP'ê hatin bilind kirin.
Li kolana Sakarya ya Enqereyê jî bi heman ruh û kelecanê serketina HDP'ê hat pîrozkirin.
Li navçeyên Nisêbîn, Midyadê yên Mêrdîn û navçeyên Cizîr û Sîlopiyê yên Şirnexê jî, bi heman reng û coşê bi dehhezaran dildarên HDP'ê daketin kolanan û serketina HDP'ê pîroz kirin.