Vergîat: Serketiyê hilbijartinê HDP ye

Endama Eniya Çep a Fransayê (Front de Gaûche) Vergîat diyar kir ku encama HDP'ê bi dest xistiye, neserketiya polîtîkayên otorîter û tinehesibandina hindikahiyan ên AKP û Erdogan e.

Endama Parlamenta Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat serketina HDP'ê ya di hiljartinê de pîroz kir. Endama Eniya Çep a Fransayê (Front de Gaûche) Vergîat diyar kir ku encama HDP'ê bi dest xistiye, neserketiya polîtîkayên otorîter û tinehesibandina hindikahiyan ên AKP û Erdogan e. 

Parlamentera Parlamenta Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat di peyama xwe de got, "53 mîlyon hilbijêrên Tirkiyeyî mafê axaftinê girt; Partiya Edalet û Pêşvebirinê (AKP) piştî 13 salan cara yekê wê nebe xwedî hejmara zêde."

Vergîat bibîr xist ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinê herî kêm du ji sê paran dixwest û got, "Ev yek ji bo Recep Tayyîp Erdogan ê dixwaze Tirkiyeyê veguherîne rejîma serokatiyê, têkçûneke giran e. AKP a ku di hilbijartinên giştî yên 2011'an de ji sedî 50 û di hilbijartinên herêmî yên par de ji sedî 45 wergirt, niha daketiye ji sedî 41'ê û her diçe dengan winda dike."

Marîe-Chrîstîne Vergîat da xuyakirin ku encamên hilbijartinê nerazîbûna kûr a civaka sivîl a Tirkiyeyê ya li otoratîzmê nîşan didin û destnîşan kir ku yê di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest xist Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Vergîat da zanîn ku HDP'ê girseya xwe ya hilbijêran heta hindikahiyan, jinan, hawirdorparêz, hevzayend û hemû dijberên şîdet û otorîtarîzma Erdogan, berfireh kiriye.

Vergîat diyar kir ku HDP bi rêjeya ji sedî 13 a dengan û 82 parlamenteran re 'hêzeke polîtîk a ji nedîtî neyê dîtin e' û anî ziman ku rewşa polîtîk a li Tirkiyeyê dibe ku ji binî ve bê nûkirin.

'JI BO DEMOKRASIYA TIRKIYE Û HERÊMÊ NÎŞANEY HÊVIYÊ'

Parlamentera Eniya Çep a Parlamenta Ewropayê herî dawî ragihand ku serketina HDP'ê hem ji bo Tirkikyeyê hem jî ji bo herêmê 'nîşaneya hêviyê' ya demokrasiyê ye. Vergîat anî ziman ku ev rewş piştî komkujiya li Amedê hîn bêhtir tê dîtin.

Vergîat di dawiya peyama xwe de got, "Li gelê Kurd û hemû demokratên li Tirkiyeyê pîroz be."