Balûken bersiv da Akdogan

Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, bersiv da gotina cigirê Serokwezîr Yalçin Akdogan ya wekê ‘HDP wê ji vir şûnde fîlmê pêvajoya çaraseriyê çêke’ û got: “Ev, gotina siyasetmedarên ku li qada şer têk çûne ye.”

Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, bersiv da gotina cigirê Serokwezîr Yalçin Akdogan ya wekê ‘HDP wê ji vir şûnde fîlmê pêvajoya çaraseriyê çêke’ û got: “Ev, gotina siyasetmedarên ku li qada şer têk çûne ye.” Baluken got divê encamên duh ji sindoqan derketine baş binirxînin û got: “Gel di heman demê de berdewamkirina pêvajoya çareserî û muzakereyê xwestiye.”

Nirxandinên têkildarî encamên hilbijartinê de didomin. Cigirê Serokwezîr Yalçin Akdogan têkildarî pêvajoya çareseriyê de axivî. Akdogan got: “HDP ji vir şûnde wê ancax fîlmê pêvajoya çareseriyê çêke.  Yanî bi gotina aştî aştiyê, aştî pêk nayê.  Madem ji sedî 13 deng girtin, bila bang li Qendîlê kin û bila çekan bi PKK’ê bidin danîn”

Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken daxuyaniya Akdogan nirxand. Baluken got AKP’ê qadên hilbijartinê veguhertin herêma şer û wiha berdewam kir: “Ji fêmkirina peyamên ku gel didin wêdetir, tiştên ku dizanin û li gorî polîtîkayên ku ligel fez dikin, diaxivin.”

Balûken da xuyakirin ku ji sindoqan aştî, demokrasî û azadî derketiye û lê ev baş fêm nekirine, ev peyam fêm nekirine.

YEK SANIYEYEK EM WINDA BIKIN TINE

Balûken da xuyakirin yek saniyeyek ku di pêvajoya çareserî û muzakereyê de winda bikin tine û wiha berdewam kir: “Divê daxwazên azadî, demokrasî û aştiyê di alî berdewamkirina pêvajoya çarseriyê de wek daxwaza aştiya mayînde bê nirxandin.

Di pêvajoya hilbijartinê de derfetên gelek girîng kirin qurbanê hesabên hilbijartinê.  Ji ber vê jî divê encamên 7’ê Hezîranê li ber çavan bê girtin û xebat bên lezgînkirin. Daxwaza heyeta me ya têkildarî Îmraliyê de daxwazeke derbasdare. 

Balûken têkildarî ‘hikûmeta koalîsyon’ de jî got: “Em nizanin wê hikûmet çawa ava be.  Partiyên koalîasyonê ava bikin, kî dibe bila bibe, peyama gelê me zelale.  Li maseya muzakereyê emê bi hikûmeta koalîasyonê re di asta rêgezî de nîqaşan bikin. Ji bo ya girîng rêgezin.”