Li Swêdê serketina HDP'ê hat pîrozkirin

HDP’ê di hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Kurdistanê de ji sedî 13 deng girt û bend derbas kir. Piştî vê li bajarên Stockholm, Goteborg û Gavle yên Swêdê, Kurdistanî û Tirkiykeyî daketin qadan û ev serketin pîroz kirin.

HDP’ê di hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Kurdistanê de ji sedî 13 deng girt û bend derbas kir. Piştî vê li bajarên Stockholm, Goteborg û Gavle yên Swêdê, Kurdistanî û Tirkiyeyî daketin qadan û ev serketin pîroz kirin. Welatiyan stran gotin, govend gerandin û dirûşm berz kirin.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Stockholmê, li Komeleya Çanda Kurd a Stockholmê encamên hilbijartinê temaşe kirin. Bi teqezbûna encaman re, welatî çûn Qada Sergel û serketina HDP’ê pîroz kirin.

Kurd, Tirk, Suryanî, Sunnî, Elewiyên li bajarê Goteborgê dijîn jî di derengiya şevê de li Qada Gota hatin cem hev û govend gerandin, stran gotin.

Kurdên li Gavle jî hatin cem hev govend gerandin û piştre konvoy avakirin. Dirûşm hatin berzkirin û alên HDP’ê, PKK, KCK, PYD, PJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Kurd û Tirkên beşdarî pîrozbahiyan bûn hestên xwe ji ANF’ê re anîn ziman; 

Ayşe Goktepe: Ev encam divê tenê wek derbaskirina bendê neyê dîtin. Divê wek bersiveke li dijî zilma AKP’ê bê dîtin. HDP’ê beriya her tiştî, bend di hiş de hilweşand. Gelên Tirkiyeyê bi saya HDP’ê hev nas kirin. Dest dan hev û ji zilma AKP’ê re gotin na. Erdogan wê êdî Sultaniyê di xewna xwe de jî nebîne.

Erdem Kahraman: Ez gelek kêfxweşim. Em bi vê kêf û coşê îşev nekarin razên. Me xwest em bên qadê û hestên xwe parve bikin. Di derbaskirina bendê de keda hevalên jin gelek zêde bû. Hemûyan pîroz dikim.

Ugurhan Çetînkaya: HDP bi 79 parlamenterî dikeve meclîsê. Ev şansekî mezine. Gelê Kurd, AKP têk bir. Ev 10 sal bû min govend nedigerand. Niha ev du saete em govendê digerînin. Gelan piştgiriyek mezin da HDP’ê. Parlamenterên me jî wê li gorî vê piştgiriyê tevbigerin.

Yekbun Alp: Gelek kêfxweşim. Ev rojeke dîrokî ye. HDP’ê bend serobino kir. Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Em mafdarin û qezenç dikin. Yekane partiya ku pergala serokatiya AKP’ê bide sekinandin HDP ye. HDP’ê ev pêk anî. Ez her kesî pîroz dikim. Divê em rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bibînin. 

Sabîha Duygu: Baskên min hebûna ez ê niha bifiriyama. Êdî partiyeke me ya xurt li meclîsê heye. Ji vir şûn ve em ê mafê xwe bi hêsanî bidest bixînin.

Ferah Bozcalı: Kurd, bindest û jin li meclîsê ne. Gelê Kurd û bindestan berdêlên mezin dan. Em dikevin demek nû. Em gel wê di nava aştiyê de bijîn. Em ê qezençên xwe biparêzin. 

Alî Altinkaynak: Ev serketina bindest û hêzên demokrasiyê ye. Darbekar, komploger û DAIŞ’ê winda kiriye. Êdî kes nekare me têk bibe.
 
Ciwan Baksî: Îro rojek girîng e. Hemû Kurd bûn yek. Ez serbilind im. HDP’ê tenê bend derbas nekiriye, xeyalên Erdogan jî têk biriye. 

Memo Ziya: HDP’ê îmze avêt dîrokê. Ev roj ji bo hemû gelan rojek dîrokiye. Em êdî li meclîsê ne. Bijî HDP, bijî Yekîtî. 

Şukran Kara: Me ti carî ji serketinê guman nekir.  Êdî wê demokrasî bê Tirkiyeyê. Hemû gel wê di nava aştî û biratiyê de bijîn. Em ê bi hev re gelek tiştan bikin. Bijî biratiya gelan.

 

...