Bi vîna gel ber bi jiyanek nû ve
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun, Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan û Alî Kenanoglû dan zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî zilm û quretiyê, aştî û biratiya gelan qezenç kiriye.
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun, Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan û Alî Kenanoglû dan zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî zilm û quretiyê, aştî û biratiya gelan qezenç kiriye.
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun, Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan û Alî Kenanoglû serketina ku HDP’ê bidest xistiye ji ANF’ê re nirxandin û dan zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî zilm û kîbrê, aştî û biratiya gelan qezenç kiriye. Parlamenterên HDP’ê dan xuyakirin ku li Tirkiyeyê ti tiştek ne wek berê ye û hat gotin ku jiyana nû ya bi îradeya gel wê bê avakirin, destpê kiriye.
ÊDÎ LI TIRKIYEYÊ BEND HILWEŞIYANE
Pervîn Bûldan: Îro yên bend derbas kirine, hemû bindest û yên hatibûn tinekirinê bûn. Ev serketina wan e. Îro ya winda kiriye jî zilm kîbra serokkomar û AKP’ê bû. Dengên ji bo HDP’ê hatine dayîn, nîşaneya piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê ye. HDP li meclîsê wê bibe dengê bindestan. Êdî li Tirkiyeyê bend hilweşiyane. Li Tirkiyeyê êdî ti tişt ne wek berê ye. Gelan qezenç kiriye. Em ji bo her kesî desteka daye me spas dikin. Ez diyar dikim ku em ê rûyê wan reş nekin. Em ê bibin dengê hemûyan. Em ê wan li meclîsê temsîl bikin. Divê AKP vê baş bixwîne. Îradeya derketiye holê îradeya gelê Tirkiyeyê ye. Bila li hemû civaka Tirkiyeyê pîroz be.
PIŞTÎ SALAN ŞÛNDE GELAN QEZENÇ KIR
Fîlîz Kerestecîoglû: Ez hem gelek kêfxweşim û hem jî ji ber welatiyên me yên di encama provokasyonan de jiyana xwe ji dest dane gelek xemgîn im. Derbaskirina bendê ya HDP’ê bû nîşaneya biratiya gelan, beşdarbûna zêde ya jinan a siyasetê. Ev encam di heman demê de bû nîşaneya îradeya ciwanan. Ez ji bo hemû kesên ku yek bi yek bi me re xebitîn re spas dikim. Em ê ji vir şûn ve ti tiştekî winda nekin û bi wan re têbikoşin. Ez ji bo hemû jin û ciwanan spas dikim. Piştî salan me dît ku gelan qezenç kir. Ev jî moral dide me.
BI VÎNA GEL JIYANEK NÛ DESTPÊ DIKE
Beyza Ustum: Îradeya gel qezenç kir. Me wek HDP gotibû ‘Em ê te nekin serokwezîr’ û ‘em ê jiyana nû ava bikin’. Ev encam jî nîşan dide ku gel em erê kirine. Hegemonyaya 12 salî ya AKP’ê bend bi HDP’ê da derbaskirin. HDP’ê biryara avakirina jiyan nû da. Li pêş me pêvajoyeke ku hemû gel dikarin li gel hev bijîn destpê dike. Ji bo vê me pêngava yekem avêt. Berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Em li pişt soza xwe ne. Ji bo ev bikevin jiyanê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê siberojên xweş bi hev re bihûnin. Me dizanîbû em ê vê bi ser bixînin. Em ê vê baweriya xwe vala dernexînin.
ZIMANÊ AŞTIYÊ QEZENÇ KIR
Garo Paylan: Zimanên ku jiyana bi hev re diparast qezenç kir. Zimanê ku derew kir jî winda kir. Em gelek kêfxweşin. Min ev encam dipa. Me pêşdaraz şikandin. Di hilbijartineke din de bawer bikin wê kes nekare bi me bigire.
Ali Kenanoglû: Siyaseta kîndar û îftereyê AKP’ê yên li dijî HDP’ê encam neda. Gelê me xwedî li HDP’ê derket. Van encamên hilbijartinan, baweriya gelan a bi samimiyeta me nîşan da. Em ji civaka Elewî ya ku piştgiriyek mezin da me re spasiyên xwe dikin. Em ê sozên xwe bînin cih. Em amade ne ku berpirsyariyek mezin bigirin ser xwe.