ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê gelan bi gerandina govendê serketin pîroz kirin
Bi serketina HDP'ê re gelên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Swîsreyê dijîn daketin qadan û bi gerandina govendê serketin pîroz kirin. -
HDP bi rengên gelên Tirkiyeyê re li Meclîsê ye
Gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Azerî, Suryanî-Asûrî, bawermendên Misilman, Xiristiyan, Elewî, Êzidî gelek kes cihê xwe di Meclîsê de digirin. Ev yek di dîroka Tirkiyeyê de rewşeke nû ye. -
Li Îdirê aştî û biratiyê qezenc kir, nîjadperestiyê winda kir
Li Îdirê nîjadperestiyê winda kir, aştî û biratiyê qezenc kir. HDP’ê ji sedî 56.12 deng girt û her du parlementer jî bi dest xist. Mehmet Emîn Adiyaman yê bi eslê xwe Kurd û Kiznaz Turkelî ya bi eslê xwe Azeriye, diçin meclîsê. -
Li Agirî serketina HDP’ê hat pîrozkirin
Li Agirî hemû sindoq hatin vekirin. HDP’ê ji sedî 78.2 deng stend û 4 parlamenter şand Meclîsê. -
Ji parlamenterên HDP’ê 32 jin in
HDP, li gor encamên hilbijartinê yên ne fermî 80 parlamenterî dişîne Meclîsê ji wan 32 jin in. -
Li Wanê HDP 7, AKP 1
Li Wanê ji sedî 98 sindoq hatin vekirin. Di sindoqên hatin vekirin de HDP’ê ji sedî 75 deng stend û 7 parlamenter şand Meclîsê. AKP’ê ji sedî 18 tenê parlamenterek derxist. -
Serketina HDP'ê li Ewropayê tê pîrozkirin
Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de, li bajarên cuda yên Ewropayê tê pîrozkirin. -
Demîrtaş: Serketin li gelan pîroz be
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, piştî serketina HDP'ê li Stenbolê daxuyanî dan. -
Li Qers û Erdexanê HDP bû partiya yekemîn
HDP'ê li bajarên Kurdistanê AKP têk bir û li Erdexan û Qersê jî encamên surprîz bidest xist. -
Kurkçu: Demeke nû destpê dike
Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu di daxuyaniya piştî encamên hilbijartinê de got: “Wezîfeya me wergirt, bi muxalefeteke aktîf, bi dînanîzma mezin a Gezî em ê neqlî Meclîsê bikin.” -
Gelê Kobanê ji bo Bakur herikî kolanan
Piştî ku encamên ne fermî yên hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin aşkerakirin, gelê Kobanê herikî kolanan û serketina HDP'ê pîroz kir. -
Li Dêrsimê pîrozbahî sibe ye
Dêrsimî li ser banga HDP û DBP’ê wê sibe encamên hilbijartinê li Qada Azadiyê saet 17.00’an pîroz bike. -
Polîsên xwe li serketina HDP'ê ranegirtin êrîşî gel kirin
Gelê li Wanê serketina HDP'ê pîroz kir, li êrîşa polîsan rast hat. -
Li Başûrê Kurdistanê serketina HDP'ê tê pîrozkirin
Li Başûrê Kurdistanê bajarên Kelar, Hewlêr û Silêmaniyeyê, bi konvoyên ji sedan wesayîtî serketina HDP'ê ya hilbijartinê ji aliyê bi hezaran kesî ve tê pîrozkirin. -
Di pîrozbahiyên li Geverê de 6 kes birîndar bûn
Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de li Geverê hat pîrozkirin. Lê belê ji ber ku pîrozbahî ji kontrolê derket, 6 kes birîndar bûn. -
HDP'ê ji Stenbolê 11 wekîl derxist
Li Stenbolê ku ji sedî 99 ê sindoqan vebûye, HDP bi rêjeya ji sedî 12.43 ê dengan re 11 parlamenteran ji vî bajarî derdixîne. -
Wekîlên jiyana nû: Aştiyê qezenç kir
Namzetên HDP’ê yên Stenbolê yên li Maseya Krîzê ya Herêma 3. hilbijartinan dişopînin gotin: "Serketina gelên Tirkiyeyê ye” û “Aştiyê qezenç kir.” -
Pîrozbahiyên fermî sibe tê lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku pîrozbahî bi dawî bûne û piştî civîna wan a sibe ew ê cih û dema pîrozbahiya fermî aşkera bikin. -
Serketina HDP'ê li Moskowê tê pîrozkirin
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowê dijîn, serketina HDP'ê ya derbaskirina ji benda hilbijartinê, pîroz kirin. -
HDP’yiyan wezîfedarê deng didizî girtin
Li Mersînê wezîfedarekî sindoqan ê hewl dida torbeyekî dengan ji avahiya edliyeyê derxe ji aliyê gel ve li ber edliyeyê hat girtin. -
HDP'ê li Çinarê AKP binpê kir
HDP'ê li navçeya Amed Çinarê AKP binpê kir. Ji 29292 dengên derbasdar ên navçeyê HDP'ê 23598 deng stend. -
Demîrtaş: Bila ti kes ji bo pîrozbahiyan derkevin kolanan
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Ji kerema xwe re bila ti kes, cihê xwe yê wezîfeyê neterikîne. Ji bo pîrozbahiyê bila ti kes danekeve kolanan. Mafê we hemûyane ku kêfxweş bibin. Lê belê hînê zû ye." -
Li Bedlîsê HDP partiya yekemîn e
Li Bedlîsê ji sedî 92 ê dengan hatin aşkerakirin. Li gorî van encaman, HDP'ê dengê xwe gelekî zêde kir. HDP'ê 52903, AKP'ê jî 29862 deng stend. -
Davûtoglû tenê deqeyekê axivî
Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê ku dihat gotin wê axaftina li şaneşînê bike, ji otobusê axaftineke kurt kir û got, "Biryara millet biryara herî rast e." -
Li Amedê gel diherike ber avahiya edliyeyê
Piştî bidawîbûna jimartina dengan, piraniya dengên li bajêr anîn Edliyeya Amedê.