Coşa serketina HDP'ê li Elmanyayê
Li gelek bajarên Elmanyayê serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Berlînê de parlamenterê Dîe Lînke Andrea Hûnko peyivî û got, "Ev projeya Ocalan bû û bi israr parast."
Li gelek bajarên Elmanyayê serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Berlînê de parlamenterê Dîe Lînke Andrea Hûnko peyivî û got, "Ev projeya Ocalan bû û bi israr parast."
Li gelek bajarên Elmanyayê serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Berlînê de parlamenterê Dîe Lînke Andrea Hûnko peyivî û got, "Ev projeya Ocalan bû û bi israr parast."
HEÎLBRONN: Li bajarê Heîlbronnê bi qasî 500 Kurdistanî û Tirkiyeyî serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de pîroz kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Orhan Ateş li vir peyivî. Piştî axaftinê li ber muzîkê govend hat gerandin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî bi rêya telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû.
WÛPPERTAL: Li bajarê Elmanya Wûppertalê, encamên hilbijartinê li navenda NAV-DEM'ê bi coşeke mezin hatin pîrozkirin. Dûre konvoyek ji wesayîtan aht amadekirin û dirûşmên "Bijî HDP", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Bi sedan kes li navenda bajêr civiyan, li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Nûnerê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppetalê li vir axivî.
BERLÎN: Li bajarê Elmanya Berlînê serketina HDP'ê ya di hilbijartinê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Bi zelalbûna encamên hilbijartinê re Kurdistanî û Tirkikyeyî li Berlînê civiyan û alên HDP, KCK, rengên kesk, sor û zer hildan. Girseya gel a li Kottbusser a Kreuzberê civiya dirûşmên "Bijî Serok Apo" qîriya.
Di pîrozbahiyê de parlamenterên Partiya Çep a Elman Ûla Jelpke, Andrea Hûnko û parlamenterê Parlamenta Berlînê Hakan Taş jî amade bûn. Ûla Jelpke di axaftina xwe ya li vir de got, "Tevgera Kurd serketinek bi dest xist. Ev yek wê li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber pêşketinên girîng veke." Jelpke her kesên keda xwe heye pîroz kir û got, "Ji niha û pê ve em ê xebata xwe ya bi tevgera Kurd û pêkhateyên wê re dewam bikin."
HÛNKO: EV PROJEYA OCALAN E
Parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Andrea Hûnko jî da xuyakirin ku serketina HDP'ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku Ocalan ev yek her tim parastiye. Hûnko anî ziman ku wê êdî rewşa Ocalan jî di rojevê de be û got, "Ji niha û pê ve parçeyek ji têkoşînê wê azadiya wî be. Hemû kesên keda xwe di vê serketinê de heye, hemû HDP'yiyan silav dikim."
MUNSTER: Li bajarê Elmanya Munsterê jî serketina HDP'ê hat pîrozkirin. 100 kes li vir civiya, govend gerand û bi qîrîna dirûşmeyan serketina HDP'ê pîroz kir.