FEDA: Mirovahî bi ser ket
FEDA'yê destnîşan kir ku HDP'ê bi serketina xwe re benda ji sedî 10'an a destûra bingehîn a darbeyê bêwate kiriye û got, "Di vê hilbijartinê de dîktatoriyê û medya dîktatoriyê winda kirin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyeke nivîskî serketina HDP'ê ya hilbijartinê pîroz kir.
'EM BI HEV RE KETIN MECLÎSÊ'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDP'ê bi serketina xwe re benda ji sedî 10'an a destûra bingehîn a darbeyê bêwate kiriye û hat gotin, "Cara yekemîn e gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê bi vê wesîleyê ketin Meclîsê. Di vê hilbijartinê de gelên hatine binpêkirin, tine hatine hesibandin û mirovahiyê qezenç kir. Di vê hilbijartinê de bi sekna xwe ya serbilind re jin û ciwanên me qezenç kirin. Di vê hilbijartinê de em bi ser ketin û em bi hev re ketin meclîsê. Me zindîbûn û ruhekî nû anîn Meclîsê. Gelekan di vê hilbijartinê de winda kirin û xweş têk çûn. Di vê hilbijartinê de dîktatoriyê û medya dîktatoriyê winda kirin. Zîhniyetê ket nava hewldana xalîfetiya Tirk-Sûnî Îslamê winda kir. DAIŞ a ku li erdnîgariya me bûye belayê serê mirovahiyê winda kir. Di van hilbijartinan de wan winda kirin, em bi ser ketin."
FEDA'yê her kesên di vê serketinê de keda xwe heye û civata Elewî pîroz kir.