Çapemeniya Swêdê da xuyakirin ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi têkçûna hikûmeta AKP’ê bi dawî bûye. Di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de nûçeyên li ser gefên mirinê yên li çavdêrên Swêdê yên li ser sindoqan hatin xwarin, derketin pêş.
Di nûçeya ajansa nûçeyan TT ya Swêdê de derbas bûye de îfadeyên weke ‘Çavdêrên Swêdê şahidiya nêzîkatiyên tehdîdkar, hîle û hebûna leşkeran a di lokanên hilbijartinan de dikin.”
Seroka Foruma Çep a Navneteweyî ya Swêdê Ann Mragerethe Lîvh ku li Çewlîkê wek çavdêr beşdarî hilbijartinan bû, ji ajansa TT re axivî û da zanîn ku atmosfera hilbijartinê di nava alozî û tehdîdan de derbas bûye û got dîtine ku di hilbijartinan de hîle hatine kirin û dema ev ji pewyirdaran re ragihandine rastî tehdîdên mirinê hatine, ji ber vê neçar mane sindoqê terk bikin.
Petter Nîlsson û Joel Nîlsson ên li sindoqên din peywirdar bûn diyar kirin rastî tehdîdê hatine. Petter Nîlsson da zanîn ku cerdevanan nehiştine çavdêrên navneteweyî bikin lokalên ku hilbijartin lê tê kirin û got: “Pasaportên me kontrol kirin. 5 deqe dem dan me ku em ji cihê hilbijartinê dûr bikevin.”
Ann-Magarethe Lîvh ji rojnameya Aftonbladet re gotarek cuda nivîsî û got: “Di hilbijartinên li Tirkiyeyê de serî li şîdetê dihat dayîn. Ev fikaran zêde dike. Çavdêrên navneteweyî bi mirinê dihatin tehdîdkirin. Ev tehdîdek li dij demokrasiyê ye.”
Parlamentera Partiya Keskan a Derdorê Jabar Amîn jî got; "Rewş aloz e. Lê gelê sivîl bi cesaret e. Dengên xwe bikar tîne. Em li sê gundan li lokalên hilbijartinê geriyan. Li sê gundan panzer û leşkerên bi çekên giran hebûn. Leşkeran xwestin dest bidin ser wêneyên ku çavdêran kişandiye.”
Di çapemeniya Swêdê de tehdîdên di hilbijartina Tirkiyeyê de li dijî çavdêrên Swêdê û navneteweyî hatin rojevê û rojnameya Aftonbladet bi ser navê ‘Tirkiyeyê ji tarîtiyê re got na’ encamên hilbijartinê aşkera kir.
Di nûçeyê de hat gotin ku encamên hilbijartinê darbeyek li AKP’ê û Erdogan e û hat gotin ku HDP’ê bi ferqek mezin bend vekir û ket parlamentoyê.
Parlamentera Karkeran Demokrat Sosyal Evîn Çetîn ku wek çavdêr hat hilbijartin şopand got: “Mirov nekarin hewaya vir nîşan bidin. Her kes ji encamên hilbijartinê gelek kêfxweşin.”
ERDHÊJEK POLÎTÎK
Di gotarê de tê gotin ku hilbijartinên dawî erdhêjek polîtîke û hat gotin ku AKP ya ku ji 2002’an de welat bi rê ve dibe, di salên ewil de welat modern kiriye û aborî pêş xistiye, lê di salên dawî de bi ferasetek otorîter welat bi rê ve biriye. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Serxwebûna edaletê kêm bûye. Tirkiyeyê gelek rojnameger heps kirin. Serokwezîrê berê Erdogan bû serokkomar. Di salên dawî de hemû raye di destê wî de bûn. Lê hilbijêran ji vê re gotin na. HDP ya ku Kurd û komên çep anîn gel hev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê nûnerek modern û pêşdeçûyî tê nirxandin.”
SERKETINA JINAN
Her wiha hat destnîşankirin ku ji parlamenterên HDP’ê yên ketine hilbijartinê hema hema nîvê wan jinin û gotin: “Di hilbijartinan de ne tenê HDP’ê jinan jî qezenç kir. Ji sedî 40 jin ketin parlamentoyê.
HDP LI SWÊDÊ BÛ PARTIYA YEKEM
Tevî hemû astengiyên AKP û Sefaratxaneya Tirkiyeyê, HDP li Swêdê bû partiya yekemîn. Di hilbijartinên 31’ê Gulanê de pêk hatin de HDP’ê % 42,7, AKP % 34, CHP % 12,6, MHP jî % 8,1 deng girt.