Saziyên Kurd ên li Rûsyayê serketina HDP’ê pîroz kirin

Serokên saziyên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniyek dan û serketina HDP’ê pîroz kirin. Serokên Saziyan diyar kirin ku mîmarê mezin ên serketinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Serokên saziyên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniyek dan û serketina HDP’ê pîroz kirin. Serokên Saziyan diyar kirin ku mîmarê mezin ên serketinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Seroka Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî Mîhrab Şamoyev û Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsyayê Ferhat Patiyev, serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê pîroz kirin.

JI BO TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN BI WATE YE

Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku serketina HDP’ê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de deriyekî nû vekiriye û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoya ku li erdnîgariya Tirkiyeyê mafên gelan tê binpêkirin û edelet nemaye de, tevî hemû astengiya HDP’ê, benda ji sedî 10 ku li ti deverê cîhanê nayê pêkanîn, derbas kiriye û em serbilind kirine.  Vê jî baweriya me ya bi azadî û demokrasiyê zêdetir kiriye. Di pêvajoyeke wisa xesas de partiya ku Kurdan û hemû gelan li TBMM’ê temsîl dike me kêfxweş dike. Em hemû aliyê demokratîk ku ked dane vê hilbijartinê pîroz dikin.

Di serdemeke ku Rojhilata Navîn bûye gola xwînê, ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn wateya wê mezine. Wek salên dawî de hatiye dîtin, Kurd êdî di siyaseta Rojhilata Navîn de roleke xurt dilîzin û gihiştine pozîsyoneke mezin.

Em gelê Kurd silav dikin û diyar dikin ku mîmarê mezin ê serketinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”