'Zîhniyeta tine dihesiband di sindoqan de hat veşartin'
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar encamên hilbijartinan nirxandin.
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar encamên hilbijartinan nirxandin.
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Remzî Ozgokçe, Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar encamên hilbijartinan nirxandin. Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku derbaskirina bendê tenê destpêkeke û bang li gel kirin ku hê zêdetir têkoşîn bikin.
‘ME HÊVÎ Û KEDA XWE KIR ZERFÊN DENGAN’
Parlamenter Tûgba Hezer got ku bi tevayî gelan re hêvî û keda xwe kirine zerfan û wiha dewam kir: “Em li bendê bûn di sindoqan de veguherin aştî, biratî û azadiyê. Û di sindoqan de baweriya gelên Tirkiyeyê ya ji aştiyê re derket.”
‘ZÎHNIYETA TINE HESIBAND DI SINDOQAN DE HAT VEŞARTIN’
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Remzî Ozgokçe jî got: “Gelê me zîhniyeta ku digot, ‘Pirsgirêka Kurd nîne’, ‘Ev Zerduşt in’ û gel tine dihesiband di sindoqan de veşart.”
‘DEWLETA NETEWE WINDA KIR NETEWEYA DEMOKRATÎK QEZENÇ KIR’
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê yê di rêza duyemîn de hat hilbijartin Lezgîn Botan jî gel spas kir û wiha axivî: “Ev serketin a tevayî gelê Wanê ye. Em ê ti carî vê sekna bi rûmet a gelê Wanê ji bîr nekin.”
‘EV SERKETIN BI SAYA QEHREMANÊN LI KOBANÊ, ÇEWLIK Û AMEDÊ JIYANA XWE JI DEST DANE PÊK HAT’
Selamî Yaşar ê ji rêza 6. bû parlamenterê HDP’ê wiha axivî: “Tevgera siyasî ya Kurd bi vê serketinê deyndarê egîdên li Kobanê bi qehremanî şer kirin jiyana xwe ji dest dan, li Çewlikê Hamdullah Oge û kesên li Amedê jiyana xwe dest dane. Em vê serketinê diyarî wan dikin. Deriyên cîhaneke tijî azadî û aştî ji bo gelên me vebûye. Ev hê destpêkeke, em ê hê zêdetir bixebitin û bigihêjin serketinê.”