HDP li Konyayê serketina xwe ya dîrokî pîroz dike

Gelên Anatolyaya Navîn, di serî de li Konya û navçeyên wê li gelek deveran serketina HDP’ê pîroz dikin.

Gelên Anatolyaya Navîn, di serî de li Konya û navçeyên wê li gelek deveran serketina HDP’ê pîroz dikin.

Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajarê Konya bi şahiyên cuda serketina dîrokî ya HDP’ê pîroz dikin. Di serî de li navenda Konya, li navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû bi hezaran kesî serketina HDP’ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de jinan bi kincên xwe yên rengareng qad rengîn kirin. Li qadan ku dirûşm tên gotin, şahî bi govendan didome. Tê payîn pîrozbahiyên li Anatolyaya Navîn çend rojan bidomin. Coşa welatiyan wiha ketin objektîfên me. 

 

...