Li Serhedê serketina mezin a HDP’ê tê pîrozkirin

Li bajarên Serhedê jî bi deh hezaran mirov derketin kolanan û govenda serketinê xweş kirine. Gel li kolanan şahiyên mezin pêk tîne û serketina HDP'ê pîroz dike.

HDP'ê piştî di 7'ê Hezîranê de benda hilbijartinê ji sedî 13.1 derbas kir û bajarên Kurdistanê ji partiyên din paqij kir, li bajarên Kurdistanê welatiyan dest bi pîrozbahiyên mezin kirin. Li bajarên Serhedê jî bi deh hezaran mirov derketin kolanan û govenda serketinê xweş kirine. Gel li kolanan şahiyên mezin pêk tîne û serketina HDP'ê pîroz dike.

HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bend derbas kir û bi rêjeya ji sedî 13.1 û zêdeyî 6 mîlyon hilbijêran 80 wekîl derxist. Piştî HDP'ê di vê hilbijartinê de dengên zêde girt û serketinek mezin bi dest xist. Piştî vê serketinê gel ji duh ve derketiye kolanan û serketina HDP'ê pîroz dike. Li bajarên Serhedê jî gel daket kolanan û bi deh hezaran welatî serketina HDP'ê pîroz dike. Li Erdîş û Gundên Geliyê Zîlanê gel şahî pêk anîn. Li Elbakê gel serketin û rekora Tirkiyeyê ya ji sedî 97.44 pîroz kir. Li Çardêran, Bazîda Agiriyê gel şahî pêk anî. Li taxên Colemêrgê gel bi konseran pîrozbahî pêk anî. Li navçeya Gevera Colemêrgê şahî pêk anîn. Li Îdirê bi tevlîbûna wekîlan mîtîng hat lidarxistin. Li navçeya Yakûtiyê ya Erziromê jî bi hezaran welatî li qada Hala Berê li hev kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Li navçeyên Qereçoban, Xinis û Tatosê yên Erziromê jî bi tevlîbuna hezaran pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de gel bi maşîneyên xwe daketin kolanan. Bi korne, tilîlî, dirûşm û çepikan herikîn qadên pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyan de rêz hatin girtin, sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin û axaftin hatin kirin. Di şahiyan de gel bê navber dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" "Bê Serok Jiyan Nabe", "Em HDP em biçin meclîsê", "Şehîd namirin" berz kirin. Gel di şahiyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên KCK, PKK, HPG'ê vekirin û govend gerandin.

Pîrozbahî li gelek navendan bi coşa herî mezin berdewam dike.