Serketina HDP'ê li Parîs û Lorîentê hat pîrozkirin
Serketina HDP'ê li paytexta Fransa Parîs û bajarê Lorîentê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.
Serketina HDP'ê li paytexta Fransa Parîs û bajarê Lorîentê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.
Serketina HDP'ê li paytexta Fransa Parîs û bajarê Lorîentê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.
PARÎS
Endamên destpêkê yên hilbijartinê ji aliyê HDP'yiyan ve li hemû komeleyên derdora Ile De France hat şopandin û bi diyarbûna encaman re pîrozbahiyan destpê kirin. Ji banliyoyên derdora Parîsê koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Meydana Repûblîqûe ya dîrokî kom bûn û bi alên HDP'ê tûr avêtin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê.
Di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Em HDP diçin Meclîsê" hatin qîrîn. Di pîrozbahiyên heta derengiya şevê dewam kirin de Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, nûnerên HDP Fransa, ACTÎT û li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd axaftin hat kirin û serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Her wiha dostên Kurdan ên Fransî jî di pîrozbahiyê de amade bûn.
LORÎENT
Li bajarê Fransa Lorîentê jî serketina HDP'ê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Girseya gel bi konvoya ji sedan wesayîtî li nava bajarê Lorîentê tûr avêt. Kurdistaniyan bi govendê û qîrîna dirûşmeyan kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Di axaftinên kurt ên li vir de hat ragihandin ku tevî hemû lîstikên qirêj ên AKP'ê jî bi pêşengiya HDP'ê aştî û biratiyê qezenç kiriye.
Di çalakiyê de ji bo welatiyên li Amed û Çewlikê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.