Di lêpirsîna cinayeta Dînk de ji bo 9 wezîfedarên emniyetê biryara girtinê

Têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk, di lêpirsîna der barê wezîfedarên gelemperiyê de li ser delîlên nû yên derketin holê ji bo 9 wezîfedarên emniyetê biryara binçavkirinê hat dayîn.

Têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk, di lêpirsîna der barê wezîfedarên gelemperiyê de li ser delîlên nû yên derketin holê ji bo 9 wezîfedarên emniyetê biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ji ber têkildarî lêpirsîna qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrany Dînk de belge û agahiyên nû derketin holê dozgerê dosyayê operasyoneke nû da destpêkirin. Der heqê 9 personelên emniyetê de di çarçoveya “Bi plansazî bi zanebûn alîkariya ji kuştinê re”, “Di belgeyên fermî de sextekarî”, “Tinekirin û veşartina belgeyên fermî” û “Wezîfe bi awayekî xerab bi kar anîn” biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser fermana dozger ji aliyê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsînê de kesên wê bên binçavkirin ev in: Cîgirê berê yê Serokê Daîreya Serokatiya Daîreya İstixbaratê EGM Coşkun Çakar, Midûrê berê yê Îstixbarata Stenbol Ahmet Îlhan Guler,  Midûrê berê yê Şaxa Îstixbaratê ya Trabzon Faruk Sari, Polîs Mehmet Ayhan, Cîgirên berê yên Midûriyeta Şaxa Serokatiya Daîreya Îstixbaratê Bulent Demîrel û Osman Gulbel, Amîrê berê yê C-2 Yilmaz Angin, Midûrê berê yê Şaxa Teknîk a Daîreya Îstixbaratê ya EGM Yunus Yazar û Polîs Onur Karakaya.