HDP'ê giliyê îşkencekar û Wezîrê Karên Hundir kir
HDP'ê, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de giliyê berpirsyaran kir.
HDP'ê, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de giliyê berpirsyaran kir.
HDP'ê, ji ber îşkenceya li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk kirine, der heqê îşkencekaran û Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok, Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû û Midûrê Emniyetê yê Şirnexê Celal Sel de, ku ji ber bikaranîna nebaş a wezîfeya xwe re rê li ber îşkenceya li Bîrlîk vekirin, gilî kir.
Li ser navê HDP'ê, gilîname ji aliyê Parêzer Selahattîn Esmer ve hat dayîn. Di gilînameyê de hat xwestin, ev kesên navê wan derbas dibin, ji xalên TCK 77, 122, 130, 216 û 257 ên 'sûcê li dijî mirovahiyê, îşkence, nefret û cihêkarî, heqareta li bîranîna şexs, tehrîkkirina gel li kîn û dijminatiyê, bikaranîna wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê' werin darizandin.
Di daxwaznameya gilîkirinê de bal hat kişandin ser hewldanên HDP'ê yên ji bo aştiya navxweyî û hat ragihandin, ku tevî vê yekê jî hem HDP hem jî li Bakurê Kurdistanê gel yekser rastî êrîşên dewletê tên.
Di gilînameyê de peymanên navneteweyî hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku cezakirina berpirsyaran, ji bo pêkhatina aştiya civakî û bicihbûna hesta edaletê, wê gaveke girîng be.