Çalakiyên gerîlayan didomin

Çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayan ên li hember êrîşên artêşa Tirk didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

COLEMÊRG

5’ê Cotmehê saet 14.30 li hember konvoyeke leşkerî ya ji navenda Şirnexê ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê diçû gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de ji mesafeyeke nêz 2 wesayîtên zirxî hatine derbkirin. Piştî çalakiyê saet di navbera 17.00-20.30’î de qereqola Arûş; girê Kuroşîno û qûntarên wê bi çekên giran rasterast gulebaran kiriye.

5’ê Cotmehê saet 16.00’an gerîlayên me li devera Dawûşa ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê kirine bin kontrola xwe. Li vir dest danîne ser 2 TIR’ên ku erzaq ji Tûgaya Çelê re dibirin û ew wesayît hatine şewitandin. Ajokerên wesayîtan hatine hişyarkirin û berdan.

Operasyona ku Artêşa TC li qadên Geliyê Dostkî, Mergê Zerê û Bînbîr ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dane destpêkirin didomîne. 5'ê Cotmehê saet di navbera 18.30-20.00’an de balafirên şer qadên operasyon lê bombe kirine.

5’ê Cotmehê saet 12.00’an gerîlayên me li hemberî 3 helîkopterên Skorsky ên ji qereqola Bêdewê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, diçûn qereqola Bezelê çalakiyek li dar xistine û helîkopter vekişiyane.

BESTA

4. 5’ê Cotmehê saet 12.00’an li hember stasyoneke bazê ya li gundê Kenê yê girêdayî qada Şehrîban a Besta gerîlayên me yên YJA Star çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di çalakiyê de stasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin. Piştî çalakiyê qereqola li gund derdora xwe rasterast gulebaran kiriye.

AMED

5’ê Cotmehê saet 19.30 li hember konvoyeke leşkerî ya li nêzî navçeya Karaz dema li nêzî gundê Katîne derbas dibû tîma me ya Şehîd Andok, wek bersiva li hember êrîşên artêşa taybet a Erdogan ên li dijî Farqînê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di teqîna otobusa tijî leşker de 6 jê giran 23 leşker birîndar bûne. Li gor agahiyan mirî û birîndar zêdetir in.

Dîsa li ser rêgeha rêya Amed-Farqînê de leşkerên ku li ser esasê kontrolê operasyon li dar dixistin dema gihiştin menfez (kanala avê ya binrê) kemînek hatiye teqandin. Li vir 3 leşker mirine 2 leşker jî birîndar bûne.

BEDLÎS

4’ê Cotmehê li navçeya Norşîn a Bedlîsê ji aliyê yekeyên kontrayên taybet ên AKP’ê ve li nêzî hali saha (seha futbolê)  û xizmetên gundan  di heman saetan de 2 teqîn pêk hatine. Hêzên faşîst ên li Bedlîsê xwedîderketina gelê me ya li têkoşîna azadiyê hezm nakin, bi van bûyerên provokatîf ku dibêjin PKK kiriye, armanc dikin ku van serketinên me yên di encama berxwedanê de derketine holê bişkînin. Ev berxwedana bi rûmet a gelê Kurdistanê îro pêş dixe li derdora xwerêveberiyan mezin dibe. Ev bûyerên wiha yên provokatîf re gelê Bedlîsê yên dixwazin bikin hedef di serî de tevayî gelê me yê herêmê divê xwedî li doza xwe derkve bi berxwedana xwe ya bi heybet rêxistinbûna xwe bidomîne.

4’ê Cotmehê saet 20.00’an li hember nizamiyeya midûriyeta şaxa trafîkê ya li navenda navçeya Tetwanê ya girêdayî Bedlîsê ji aliyê tîmeke gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk hatiye. Di encama vê çalakiyê de polîsek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi saxlemî vegeriyane cihê xwe.

4’ê Cotmehê li gundê Onax û derdora wê ya girêdayî Bedlîsê, artêşa TC operasyoneke berfireh a bejahî bi piştgiriya cerdevanan destpê kiriye. Ev operasyon piştî wê bi rojekê danê êvarî bê encam vekişiyaye. Dîsa heman rojê 50 wesayîtên zirxî sewqî navçeya Xizan û bajaroka Katîk a girêdayî Xîzan a Bedlîsê hatiye kirin.

6’ê Cotmehê (îro) saet 06.30 li hemberî qereqola Jendermeyan a navçeya Norşîn a Bedlîsê hêzên gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de tank hedef hatiye girtin, dîsa gerîlayan bi çekên sûîqestê  li leşkerên k udi çeperan de ne xistine. Di çalakiyê de tevî ku mirî û birîndar hene jî nehatine zelalkirin. Yekîneyên me yên gerîla bi saxlemî gihiştine cihên xwe.

SÊRT

4’ê Cotmehê saet 17.30 li derdora gundê Malîgoz ê girêdayî Sêrtê tîmeke me ya gerîla ku diçû wezîfeyê bi leşkerên ku kemîn datînan re rû bi rû hatine û li wir pevçûn derketiye. Di pevçûnê de du hevrêyên me yên berxwedaneke mînak nîşan da heta guleyên xwe yên dawî bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.

OSMANIYE

4’ê Cotmehê li hemberî Dîrekên Ba yên li bejahiya gundê Karayîgît ê girêdayî navçeya Hasanbeylî ya Osmaniye saet 06.00’an hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di çalakiyê de 7 dîrek îmha bûne. Sibeha 5’ê Cotmehê li hember leşkerên ku operasyon li vê qadê pêk anîne gerîlayên me çalakiyeke kemînê li dar xistine. Di çalakiya ji mesafeyeke nêz de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek birîndar bûye.  Di çapemeniya Tirk de tê gotin ku leşkerê miriye çawîşê pispor e. Piştî çalakiyê leşker ketine panîkê û rasterast derdor gulebaran kirine. Hêzên me yên çalakî li dar xistine bi saxlemî ji herêmê veqetiyane.

NASNAMEYA 2 GERÎLAYAN

Nasnav: Serxwebûn Bîlîcan

Nav-Paşnav: Cîhat Aydogdû

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik-bav: Miyaser - Suleyman

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2015 / Sêrt

***

Nasnav: Serhat Botan

Nav-Paşnav: Saît Yasak

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik-bav: Makbule - Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2015 / Sêrt