Yîgîtalp: Pêwîst e jin li hember êrîşan xwe rêxistin bikin
Piştî rewşa awarte ya li Farqînê bi dawî bû, heyeta KJA ya li navçeyê dest bi lêkolînê kir têkildarî tiştên rû dane daxuyaniya çapemeniyê da.
Piştî rewşa awarte ya li Farqînê bi dawî bû, heyeta KJA ya li navçeyê dest bi lêkolînê kir têkildarî tiştên rû dane daxuyaniya çapemeniyê da.
Piştî rewşa awarte ya li Farqînê bi dawî bû, heyeta KJA ya li navçeyê dest bi lêkolînê kir têkildarî tiştên rû dane daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp got: “Pêwîst e hemû jin li hember êrîşan li ber xwe bidin.”
Li Farqîna bi îlankirina rewşa awarte di encama hewldana komkujiyê û êrîşên polîs û tîmên taybet de ku 4 kes hatin qetilkirin jiyan asayî dibe. Piştî Vedat Akcanim (17) û Hayriye Hudaverdî (75) yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi tevlîbûna deh hezaran hatin defnkirin, heyeta KJA ya li navçeyê lêkolîn kir daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Parlamentera Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp a di heyetê de cih digire, bal kişand ser hewldanên komkujiyna û êrîşên ku di 5 rojên qedexeya derketina kolanan de rû dan. Yîgîtalp got: "Hikûmeta AKP’ê wê desthilatdariyên xwe winda bike.” Yîgîtalp destnîşan kir ku li Farqînê yekane daxwaza gel û jinan ev e ku bi îradeya xwe bijîn. Yîgîtalp anî ziman ku wê jin li hember şerê qirêj bi biryar rawestin û wiha bang li jinên Kurdistan û Tirkiyeyê kir: Pêwîst e hemû jin bên rex hev û li hember êrîşan xwe rêxistin bikin.”