"Di meha Îlonê de 35 rojnamevan hatin binçavkirin"

Tevna Piştgiriye ya li dijî Sansurê, li ser sansur û êrîşên di meha Îlonê de li dijî çapemeniyê hatine kirin, raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku 35 rojnamevan hatine binçavkirin û rojnamevanek jî hatiye girtin.

Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî çapemeniyê dewam dikin. Tevna Piştgiriye ya li dijî Sansurê, li ser sansur û êrîşên di meha Îlonê de li dijî çapemeniyê hatine kirin, raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku 35 rojnamevan hatine binçavkirin û rojnamevanek jî hatiye girtin.

Di raporê de hat gotin ku êrîşên êrîşên li hemberî rêxistinên çapemeniyê û rojnamevanan ên di meha Îlonê de ne tenê vekirina doz û sansurê ne, di heman demê de bi êrîşên fîzîkî jî xwe dane der.

Li gorî raporê, di meha Îlonê de 2 rojnamevan rastî êrîşa polîsan hatin, 2 rojnamevan ji aliyê polîsan ve hatin revandin û gef li wan hatin xwarin, rojnameya Hurriyetê 2 caran rastî êrîşa bi ço û keviran hat, rojnamevan Ahmet Hakan rastî êrîşê hat, polîsan avêtin ser 2 saziyên çapemeniyê, der heqê 19 rojnamevanan de bi hinceta 'heqareta li Serokkomar' lêpirsîn hat vekirin, 35 rojnamevan hatin binçavkirin, rojnamevanek hat girtin, 3 rojnamevanên biyanî hatin dersînorkirin, Ajansa Nûçeyan a DÎHA'ê di meha Îlonê de hat astengkirin û malpera ajansê 21 caran hat sansurkirin.