Serokê Koma Sosyalîst a PE: Em ne li cem Erdogan in, li cem gelê Kurd in
Serokê Koma Sosyalîst a PE Pîttella nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên Erdogan da û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd e. Pîtella banga agirbestê jî kir.
Serokê Koma Sosyalîst a PE Pîttella nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên Erdogan da û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd e. Pîtella banga agirbestê jî kir.
Serokê Koma Sosyalîst a PE Pîttella nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên Erdogan da û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd e. Pîtella banga agirbestê jî kir.
Serokê Koma Sosyalîst a Parlamenta Ewropayê (PE) Gîannî Pîttella, civîneke çapemeniyê lidar xist.
Pîttella da xuyakirin, ku divê pirsgirêkên cidî yên mijarên di demokras, dewleta hiqûqê û çapemeniya azad ên Tirkiyeyê de ji holê bên rakirin. Pîttella got, "Em ne li cem Erdogan in, em li cem doza gelê Kurd in."
'DIVÊ HER DU ALÎ LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVBIGERIN'
Pîttella ragihand ku ew li pêşberî maf, daxwaz û doza gelê Kurd bi xemsarî tevnagerin û got, "Ji kê tê bila were, em li dijî zext û terorîzmê ne. Ya ku divê were kirin, pêkanîna agirbestê û çareseriya pirsgirêka bi rêbaza diyalogê ye."
Hevseroka Koma Keskan a PE Rebeca Harms jî, serdana xwe ya li Kurdistanê ku di dema dorpêçandina Cizîrê de pêk anîn bibîr xist û ev daxuyanî da: "Me dît, ku ji aliyê giştî ve rêveçûna Tirkiyeyê çiqasî neyînî ye. Ji ber vê yekê divê rewşa şer a ku roj bi roj dibe cihê tirs û fikaran, tavilê bê sekinandin û ji bo gava yekemîn jî em careke din hem bang li PKK'ê hem jî bang li Enqereyê dikin, ku agirbestê ragihînin."
'DIVÊ JI ERDOGAN RE BÊ RAGIHANDIN KU PIRSGIRÊKÊN CIDÎ HENE'
Harms bal kişand ser rewşa xetere ya şer û pevçûnan û anî ziman ku ew ne li dijî hevdîtina Yekîtiya Ewropayê bi Erdogan re ye, lê belê di serî de meselay Kurd divê hebûna pirsgirêkên cidî ji Erdogan re bê ragihandin. Harms diyar kir ku weke komên polîtîk ên PE, di vê çarçoveyê de bang dikin ku divê Yekîtiya Ewropa bi berpirsyariya xwe rabe û ji ber vê yekê wan Nûnera Yekîtiya Ewropa ya ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Mogherînî dawetî civaka giştî ya roja Çarşemê kirine. Harms ragihand ku di vê rûniştinê de wê pirsgirêkên heyî bên nirxandin û helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li ser mijarê, bê nîqaşkirin.