Kurê siyasetmedarê Kurd Kavak bi gotina, ‘Kurdistan’ dawî li jiyana xwe anî

Rojhat Kavak ê kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak duh danê êvarî xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî.

Rojhat Kavak ê kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak e, duh danê êvarî xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. Kavak di nameya ku li pey xwe hişt de diyar kir ku komkujî û sirgûnên li Kurdistanê rû didin ew ber bi biryareke wiha biriye.

Rojhat Kavak (22) duh êvarî saet nêzî 22.00’an li qadeke daristanî ya li bajarê Luzern ê Swîsre xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. Kavak ê beriya întîxarê peyamek ji birayê xwe re şand, ji aliyê birayê xwe ve bi awayekî ku ji hişê xwe çûye hat dîtin. Kavak ê tavilê rakirin Nexweşxaneya Kanton a Luzern tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kavak ê îro danê nîvro jiyana xwe ji dest da wê li Navenda Çanda Kurd a Zurîch merasîmek bê lidarxistin û paşê wê cenaze bişînin Amedê. Kavak wê li wir li goristana malbatê li rex bavê xwe bê defnkirin.

Kavak ê li Swîsre demekê di nav xebatên ciwanan de cih girt, ev salên dirêj e ji ber sedemên polîtîk bi malbata xwe re neçar ma li sirgûnê bijî. Kavak di nameya xwe ya li pey xwe hişt bal kişand ser zehmetiyên di sirgûnê de. Kavak diyar kir ku li gel jiyana sirgûnê li hember hovîtiya dewleta Tirk nikare bêdeng bimîne.

Nameya ku Kavak ji malbat û hezkiriyên xwe re şandiye ya “... ez dizanim ev biryara min bênîqaş şaş e...” destpê dike wiha ye:

“Biryara min bê nîqaş şaş e, lê min nikarîbû ez têk çûm. Di jiyaneke serketî, di rêya pêşerojeke bedew de bi gavên bi bawer bi encam girtinan bi berxwedanê ez dimeşim. Lê mixabin ev hemû di rêya armancekê de watedar dibûn. Dibe ku di temenekî biçûk de ez neçar mam welatê xwe terk bikim. Di zemanê ku li vir derbas dibe de jî ji bo ji welatê xwe re bibim kesekî bi feyde min hewl da. Lê di dilê min de hesretek evqasî mezin dibû ku êdî ev jiyana min dewam dikir hatibû rewşeke ku mirov nikare rake.

Her roj ku ciwan, extiyar û zarok tên qetilkirin bi awayekî ku dest û lingên mirov girêdayî rûnşitin yek ji tiştên ku her roj ez diqedandim. Dibe ku gelek tiştên hatibana kirin hebûn. Lê ya min bêriya wê kiribû tenê kolanên Kurdistanê bûn.

Ez ji tevayî hezkiriyên xwe efûya xwe dixwazim. Di têkoşîna li hember dijminê ku rûyê rojê nîşanî me nade de serketin.

Bijî Azadî!

Bijî Berxwedan!

Bijî heval Devrîm!

Bijî Serok Apo!

...