Koç: Ji bo hesap ji AKP'ê bê bipirsîn divê her kes biçe ser sindoqan
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, ji bo dengdayîna sibe li gelemperiya Ewropayê destpê bike bang li hemû hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, ji bo dengdayîna sibe li gelemperiya Ewropayê destpê bike bang li hemû hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, ji bo dengdayîna sibe li gelemperiya Ewropayê destpê bike bang li hemû hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) û ji Berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê Yuksel Koç, ji bo dengdayîna 8-25'ê Cotmehê ya li Ewropayê bang li hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP'ê.
Koç li ser xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê yên li Elmanyayê, ji ANF'ê re axivî.
Koç bibîr xist, ku ji ber dengdayîna li derveyî welat cara yekemîn di 7'ê Hezîranê de ji bo hilbijartinên giştî hat kirin, kêmasiyên ji ber acemîtiyê derketin holê û da zanîn, ku rewş niha cuda ye. Koç got, "Em hîn bêhtir xwedî tecrûbe ne. Li ser vê bingehê xebatên xwe dimeşînin. Dibe ku coşa hilbijêrên li derveyî welat zêde di çapemeniyê de cih nagire. Lê belê hilbijêr hîn bêhtir zane û zelal in."
Koç ragihand ku li gelemperiya Elmanyayê, li gelek bajar, bajarok û semtan zêdeyî 80 komîsyon hatine avakirin û di nava van komîsyonan de, di serî de sazî û komeleyên çep, demokrat û komeleyên herêman, gelek rewşenbîr, akademîsyen û şexsiyet cih digirin.
ELEQEYA ZÊDE YA JI BO HDP'Ê
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç bal kişand ser eleqeya zêde ya li Elmanyayê ji HDP'ê re tê nîşandan û got, "Hem Elewî hem jî gelek derdorên demokratîk dibejin 'Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Dizanin ku yekane partiya dikare AKP'ê ji desthilatdariyê bixîne HDP ye. Ji ber vê yekê, girseyeke mezin a hilbijêran vê carê berê xwe didin HDP'ê. Em vê yekê rojane bi awayekî zelal dibînin."
Koç anî ziman, ku ji ber vê eleqeya zêde, di civînên li Berlîn, Hambûrg, Koln, Stûttgart û Frankfûrtê yên bi beşdariya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hatin û ragihand, ku wan heta niha bi beşdariya parlamenteran 54 panel lidar xistin û we ev panel heta 11'ê Cotmehê dewam bikin.
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI KURDISTANÊ, LI ELMANYAYÊ RASTÎ NERAZÎBÛNEKE MEZIN TÊN
Koç der barê êrîşên dewleta Tirk û hikûmta AKP'ê yên li Kurdistanê de diyar kir, ku dorpêçandina Cizîr, Nisêbîn, Elkê, Gever, Farqîn, Sûr û gelek navçeyên Kurdistanê, qetilkirina mirovên sivîl ji aliyê gelê Kurd ve bi nearzîbûneke mezin tê pêşwazîkirin. Gelê me yê li vir dijî, demokratên Tirkiyeyî gelekî bi hêrs in. Xwe ji sîstem û AKP'ê vedigirin. Her wiha rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li Elmanyayê jî xwedî heman nêrînê ne. Bi taybetî di civînên bi beşdariya Demîrtaş de, nûnerên hemû partiyên siyasî amade bûn. Çapemeniya Elman jî eleqeyeke mezin nîşan da. Vê yekê bi dengekî bilind bilêv dikin: 'Eger tevgera azadiyê ya Kurd nebûya, DAIŞ wê bibûya belayê serê me.' AKP'ê jî weke destekdarê DAIŞ'ê dibînin. Vê yekê di hemû hevdîtinan de dibêjin. Siyasetmedarekî payebilind ku naxwazim niha navê wî aşkera bike got, 'Têkoşîna we hêviyê dide me. Yekane partiya dikare AKP'ê bisekinîne, hûn in'. Ev yek her tiştî radixe pêş çavan."
'DI VÊ HILBILJARTINÊ DE EM Ê HEJMARA DENGÊN XWE GELEKÎ ZÊDE BIKIN'
Koç bibîr xist ku wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 82 hezar 300 deng stendine û got, "Ev yek bêguman têrê nake. Ji ber ku li Elmanyayê bi qasî 1 mîlyon 400 hezar hilbijêr hene. Em bawerin dewlet dest li sindoqan werdide. Tevî vê yekê jî, kêmasiyên me hene. Divê em bêhtir bixsebitin.Ji ber ku li Elmanayyê Kurd û Elewî gelekî rêxistinbûyîne. Tevgerên Çep ên Tirkiyeyî gelekî bi rêxistin in. Bi kurtasî pêkhateyên HDP'ê herî zêde li Elmanyayê birêxistin in. Lewma em ê dengê xwe gelekî zêdetir bikin."
Koç anî ziman ku wê li 13 navendên Elmanyayê deng werin bikaranîn û wan amadekariyên xwe yên ji bo parastina sindoqan û wezîfedaran qedandine.
Hevserokê NAV-DEM'ê got, "Me girîngiya dengên li Ewropayê gelekî baş dizanîbûn. Lê belê me li gelek cihên weke Êlih û Mûşê parlamenter winda kirin. Bêguman di heman demê de me li Kocaeliyê parlamenter qezenc kirin. Dengên li Ewropayê gelekî girîng in. Divê her kes di 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û hesap ji dewletê û nûnerê wê AKP'ê bipirsin. Divê her hilbijêrekî HDP'yî bixebite û dengên nû qezenc bike. Girîng e her kes mîna xebatkarekî HDP'ê bixebite. Bi vî rengî em ancax dikarin ji AKP a faşîst rizgar bibin.