Êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin

Çeteya El Nûsra û komikên çete yên dûvikê wê, êrîşî gelê sivîl ê li taxa Şêxmeqsûd dikin.

Çeteya El Nûsra û komikên çete yên dûvikê wê, êrîşî gelê sivîl ê li taxa Şêxmeqsûd dikin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û Siltan Mûrad golebarankirina taxa Şêxmeqsûd didomîn û ev yek jî tirsê di nava welatiyan de peyda dike. Hat ragihandin ku şervanên YPG’ê jî bersiva êrîşên çeteyan didin.

Çeteyên El-Nûsra û hevalbendên wê duh bi topên hawanan û tûpên gazê taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û di encamê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da. Her wiha 5 sivîl jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, ku çeteyên El-Nûsra û hevalbendên wê ji 22’yê Îlona 2015’an ve  êrîşî taxa Şêxmeqsûd a bajara Helebê dikin û ketin û derketina welatiyan li taxê qedexwe dikin. Her wiha wan bi sûqastan armanc digirin.