Fermandarê Hêzên Hewayî ya Tirk mikur hat ku li hember Kurdan ‘şer’ dikin
Ji artêşa Tirk a li hember gerîlayên HPG’ê windahiyên mezin dide daxuyaniyeke weke mikurhatinê hat.
Ji artêşa Tirk a li hember gerîlayên HPG’ê windahiyên mezin dide daxuyaniyeke weke mikurhatinê hat.
Ji artêşa Tirk a li hember gerîlayên HPG’ê windahiyên mezin dide daxuyaniyeke weke mikurhatinê hat. Fermandarê Hêzên Hewayî ya Tirk Orgeneral Abîdîn Unal mikur hat ku li hember Kurdan şer dikin.
Dewleta Tirk ji sala 1984’an ve şerê li Kurdistanê dimeşîne înkar dikir û di çarçoveya “têkoşîna bi terorê re” digirt dest.
Lê belê hebûna leşkeran a li Kurdistanê, operasyon û windahiyên can, nîşan dida ku dewleta Tirk şerekî asta wê nîv dimeşîne.
Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve jî artêşa Tirk bi fermana taybet a Tayyîp Erdogan li hember Kurdan şerekî topyekûn îlan kir. Dewleta ku Kurd wek hêzeke dijmin diyar kir, her roj Kurdên sivîl qetil dike, çiya, bajarok, navçe û bajarên Kurdistanê bombe dike.
Fermandarê hêzên hewayî ya Tirk mikur hat ku li hemberî Kurdan li du eniyan şer tê meşandin.
Fermandarê Hêzên Hewayî ya Tirk Orgeneral Abîdîn Unal got ku li Başûrê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê nêzî 1500 hedefên nêz hatine tespîtkirin, diyar kir ku ji 23’ê Tîrmehê heta niha li hember Kurdan û gerîlayan têkildarî operasyonên hewayî li du eniyan şerekî asta wê navîn tê meşandin.
Abîdîn Unal got, ‘Îro Hêzên Hewayî ya Tirk di rastiyê de şer dike. Hem şerekî asta wê navîn û hem jî derveyî wê jî li du eniyan şer dike. Xulase zêdetirî 2 hezar cebilxaneyên modern me bi kar anîne. Me li zêdetirî 1200 hedefan jî daye. Eger mirov bêje ev hedefeke asta navîn e jî wê zêde ne bi îdîa be.”
Abîdîn Unal mikur hat ku ji 24’ê Tîrmehê ve 1500 hedef bombe kirine, îstixbarata wan jî ji aliyê wan ve hatine komkirin.
FERMANDARIYA PARASTINA GEL: DEWLETA TIRK GEL DIXAPÎNE
Fermandariya Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku dewleta Tirk têkildarî windahiyên gerîla propagandayeke reş dimeşîne, agahiyên ne rast dide û dixwaze gel bixapîne.