Li Îzmîrê 9 kes hatin girtin

Li Îzmîrê ji 10 kesên hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin.

Li Îzmîrê ji 10 kesên hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin.

3’yê Cotmehê li Îzmîrê di serdegirtina malan de xebatkara Ozgur Halk’ê Devrîm Ayik jî tê de 10 kes hatibûn binçavkirin, piştî karên emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî lêpirsînên li Dozgeriyê kesek hate berdan yên din jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Xebatkara Ozgur Halk Devrîm Ayik û Jinda Koyûncû, Ozlem Koyûncû, Mehmet Şefîk Oztekîn, Cîhan Aksoy, Mehmet Yucel, Resûl Sayan û Halît Kutlu sewqî dadgehê kiribûn, hatin girtin û şandin girtîgehê.