Koçyîgît: Xwerêveberî ji gelek pirsgirêkên welêt re çare ye

Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê ya Îzmîrê Koçyîgît diyar kir, ku xwerêveberî dikare pirsgirêkên welêt çareser bike. Koçyîgît nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê da ku li Kurdistanê gel û kedkarên tenduristiyê hedef digire.

Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê ya Îzmîrê Koçyîgît diyar kir, ku xwerêveberî dikare pirsgirêkên welêt çareser bike. Koçyîgît nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê da ku li Kurdistanê gel û kedkarên tenduristiyê hedef digire.

Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê ya Herêma 2. a Îzmîrê Gulîstan Kiliç Ozyîgît, xwerêveberiyên hatine ragihandin û şîdeta li kedkarên tenduristiyê tê kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Koçyîgît anî ziman ku nayê qebûlkirin, hêzên dewletê li Bakurê Kurdistanê xebatkarên tenduristiyê hedef bigirin û got, "Li gelek bajar û navçeyên pevçûn lê hene, ewlekariya jiyana hevalên me yên xebatkarên tenduristiyê nîne. Mînaka vê ya herî dawî li Elkê rû da. Qeymeqam bang li ambûlansê kir, bêyî li nasnameya nexweş bê pirsîn yekser ambûlans bi rê ket û li ber nîzamiyeya polîsan di encama gulereşandinê de hevalekî me yê kedkarê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da."

'TI CARÎ NEHATIYE DÎTIN BI VÎ RENGÎ JI BO KUŞTINÊ NÊZÎKATÎ HATIYE NÎŞANDAN'

Koçyîgît di dewama axaftina xwe de got, "Her wiha çekê didin serê hevalên me yên doktor û hemşîre yên li herêmê û bi zorê dixwazin wan bibin cihê şer. Ev yek bê aqiltî ye. Rewşeke bê fêmkirin nîne. Di sala 1998'an de weke hemşîre min li herêmê wezîfe dikri. Lê belê min ti carî nêzîkatiyeke bi vî rengî ya bi zanebûn a ji bo kuştina mirovan, nedît. Di rewşa ku ev hemû diqewimin de daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê didin, ji bo parastin yên komkujî kirine û nixumandina bûyeran e."

'MIRINA WE MUBAH E!'

Koçyîgît bibîr xist ku herêmên weke Cizîr, Farqîn û Elkê herêmên ku HDP'ê di hilbijartinên dawî de serketineke gelekî cidî lê bi dest xistine û got, "Dewlet bi zanebûn êrîşî van deran dike. Li herêmê, dema hûn li mala xwe rûdinên, topeke hawanê tê li xaniyê we dikeve û hûn bi carekê ve gelek kesan ji malbata xwe winda dikin. Di rewşeke bi vî rengî de deng ji rayedarên hikûmetê dernakeve. Ev tê vê wateyê; Li herêmê ewlekariya jiyana kesî nîne. Bi taybetî hewl tê dayîn ev nêrîn were afirandin; Eger hûn mûxalîf bin, eger hûn dengê xwe didin HDP'ê, hingî mirina we mubah e."

Koçyîgît anî ziman ku bi dijwarkirina şer re hewl tê dayîn ji bo veguhastina sindoqan hincetek bê afirandin û got, "Hikûmet dixwaze têkçûna xwe ya 7'ê Hezîranê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de biguherîne. Ji bo vê jî hewl dide rewşeke hatiye terorîzekirin biafirîne. Bi qetilkirina mirovan re, bi afirandina hişmendiya 'ewlekariya sindoqan nîne' re dixwaze ji bo veguhastina sindoqan sedemekê biafirîne. Niha, bi biryara li Desteya Bilind a Hilbijartinê re daxwaza veguhastina sindoqan nehat qebûlkirin û ev plan pûç bû."

XWERÊVEBERÎ DEMOKRATÎKKIRINA DEWLETÊ YE

Koçyîgît ragihand ku xwerêveberiyên li gelek navçe û bajarên Kurdistanê hatine ragihandin, ji aliyê medya hikûmetê ve hewl tê dayîn were manîpulekirin û got, "Hewl tê dayîn ku xwerêveberî bi şer, kaos û xendekan were pênasekirin. Xwerêveberî tiştekî bi vî rengî nîne. Çawa ku Qesrê û derdora wê sîstema serokatiyê ji nîqaşê re vekirin û pêşkêşî raya giştî kirin, ku her kes ji aliyê xwe ve mijarê dinirxîne, xwerêveberî jî rewşeke divê were nîqaşkirin e. Ji ber ku xwerêveberî tê wateya; çareseriya pirsgirêkên gel ji aliyê gel bi xwe ve, bûyîna mafê gotinê yê gel e. Ev yek nayê wateya nenaskirina dewletê. Xwerêveberî tê wateya demokratîkkirina dewletê, demokratîkkirina hemû saziyan. Bi rûniştina li Enqereyê re pirsgirêkên li Cizîrê çareser nabe."

'EGER XWERÊVEBERÎ HEBÛYA WÊ LI SOMA KARESAT RÛ NEDABÛYA, LI YIRCA DARÊN ZEYTÛNÊ NHATIBÛNA BIRÎN'

Namzeta parlamenteriyê ya Gulîstan Kiliç Koçyîgît da xuyakirin ku xwerêveberî ne tenê ji bo bajarên Kurdistanê, divê li tevahiya welêt bi cih were anîn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Somayê di kanekê de karesatekê rû da; li Yirca darên zeytûnê hatin birîn, li Derya Reş tê xwestin bi HES'ê xweza bê qetilkirin. Bi projeyên rê re xweza tê talankirin. Eger li van herêman xwerêveberî hebûya, ev biryar û proje nediketin meriyetê. Ji ber ku gel wê ev bigota; 'Ev der qada min a jiyanê ye, hûn nikarin vê qada min pêşkêşî sermayeyê bikin. Em li vê derê van projeyan naxwazin'. Yan jî dema projeyek biketa rojevê wê bi gelê herêmê re bihata nîqaşkirin û bi vî rengî biryar li ser bihata dayîn. Girîng e xwerêveberî bi hemû serenavan re bê nîqaşkirin."