Ciwanên ji bo azadiyê pedal dizivirînin gihiştin Romont
Di çalakiya pêşengiya Ciwanên Azad de ciwan di nav şertên zor û zehmet de gihiştin Romon. Armanca ciwanên ji bo azadiya Ocalan pedal dizivirînin sibe Lozan e. Wê ciwan sibe li Lozanê bi girseyê bên pêşwazîkirin.
ANF
ROMONT
sêşem, 6 kewçêrê 2015, 20:44
Di çalakiya pêşengiya Ciwanên Azad de ciwan di nav şertên zor û zehmet de gihiştin Romon. Armanca ciwanên ji bo azadiya Ocalan pedal dizivirînin sibehê Lozan e. Wê ciwan sibe li Lozanê bi girseyê bên pêşwazîkirin.
Ciwanên ku bi dirûşma, “Xwedî Derkeve”, “Ji Ocalan re Azadî” ji Strasbourg a Fransa derketin rê, di roja çaremîn a çalakiyê de gihiştin bajarê Romont ê Swîsreyê. Ciwanên ku 330 km. li pey xwe hiştin, tevî baranê çalakiya xwe ya bîsîkletan bi coş dewam kirin. Di çalakiya ku dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin ciwanan cih bi cih govend jî gerandin.
ARMANCA WAN A SIBE LOZAN E
Di çalakiyê de ku azadiya Ocalan tê xwestin, armanca ciwanan a sibe Lozan e. Li gor agahiyên ji Komîteya Amadekar hatin wergirtin, hat diyarkirin ku hedefa sibe 36 kîlometre ye û wê ciwan li Lozanê bi girseyî bên pêşwaîkirin.
Ciwanên gihiştin Romont, piştî çalakiya xwe bi navê “Polîtîkayên şer ên li Kurdistanê” semînerek li dar xistin. Çalakî piştî aktîvîteya çandî li ser esasê sibe destpê bike bi dawî bû.