Li Girtîgeha Eskîşehîrê îşkenceya 'lêgerîn tazî'

Hat ragihandin, ku jinên ji bo serdanê diçin Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê, rastî zexta 'lêgerîna tazî' tên."

Hat ragihandin, ku jinên ji bo serdanê diçin Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê, rastî zexta 'lêgerîna tazî' tên."

Hikûmeta AKP'ê ku li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser girtiyan polîtîkayên tecrîdê dide meşandin, li ser xizmên girtiyan ku tên ziyaretê jî pêkanînên kêfî pêk tîne. Keça girtiyê nexweş ê giran Cemîl Îvrendî ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne, Dîlan Îvrendî da zanîn ku ew wekî xizmên girtiyan rastî lêgerîna tazî ya îdareya girtîgehê tên û ji ber wê jî serî li ÎHD'a Mêrsînê dane.

Îvrendî anî ziman ku bavê wî 21 sal in wekî girtiyê PKK'î di girtîgehan de ye û herî dawî jî ew sirgûnê Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê kirine û wiha got: "Piştî rêwitiya 10 saetan em digihîjin girtîgehê. Lê li girtîgehê jî rastî pêkanînên kêyî tên. Ji ber ku bavê min li cihekî dûr e em du mehan carek tên hevdîtina bavê xwe. Piştî 10 saetan ku em tên girtîgehê tenê 30 deqe dikarin hevdîtin pêk bînin. Bi vî şeklî hem em hem jî bavê min bi awayekî neyînî bi nandor dibe."

Îvrendî anî ziman ku bavê wê nêzî 2 sal in di Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê de dimîne lê heta niha rastî ti pêkanînên lêgerîna tazî nehatine û wiha dom kir: "Lê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêkanîn jî hatin guhertin û bi taybetî jî li ser jinan lêgerîna tazî ferz dikin."

Îvrendî da zanîn ku di dema lêgerînê de bi zanebûn li deriyan dixin û wiha got: "Wê rewşa me leşker û zilamên ku tên ziyaretê dibînin. Gardiyan vê yekê mexsûs pêk tînin. Li hemberî leşker û zilamên ku tên ziyaretê dixwazin rûmeta me bişkînin. Bi vî şeklî bedena me teşîr dikin."

Îvrendî anî ziman ku bi ferzkirina lêgerîna tazî dixwazin li hemberî hevdîtinên wan astengî derbixin û wiha bi lêv kir: "Ev 3 mehên dawî ne ez diçim hevdîtina bavê xwe. Di van hevdîtinan de ez rastî hevdîtinan de ez 3 caran rastî hevdîtina lêgerîna tazî hatim. Piştî ku min vê pêkanînê qebûl nekir ez rastî heqaretên gardiyanan hatim. Ji min re gotin 'Wê demê em nahêlin tu bi bavê xwe re hevdîtin pêk bînî, derkeve derve' ez hatim mexdûrkirin."

Îvrendî herî dawî wiha got: "Gelek jinên ku hatin hevdîtinê wekî min mexdûr bûn. Ji ber wê jî derûniya min xira bû. Ez naxwazim biçim wê girtîgehê. Di her demê de heman pêkanîn li ser me pêk tînin. Moralê me xera dibe. Divê demildest ev pêkanîn bi dawî bibe. Em naxwazin rastî pêkanînên ji derveyî hiqûqê bên."