Danîmarka ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê amade ye
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, wê li Danîmarkayê saet di 10:00 de sindoq bên danîn û heta 25'ê Cotmehê hilbijêr karibin dengê xwe bi kar bînin.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, wê li Danîmarkayê saet di 10:00 de sindoq bên danîn û heta 25'ê Cotmehê hilbijêr karibin dengê xwe bi kar bînin.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, wê li Danîmarkayê saet di 10:00 de sindoq bên danîn û heta 25'ê Cotmehê hilbijêr karibin dengê xwe bi kar bînin. Maratona hilbijartinê ya ku wê li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya Danîmarkayê 17 rojan bidome, wê her sibehê saet di 10:00 de destpê bike û heta saet 19:00 ê êvarê dewam bike.
Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê duh êvarê bi civîneke berfireh re, nirxandin û plansaziya xwe ya dawî pêk anî. Di civînê de ku Yekîtiya Elewiyan û Komeleya Nazim Hîkmet jî lê amade bû de, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, li ser pêvajoya dawî agahî hat dayîn.
Di axaftina li vê derê de hat ragihandin, ku AKP ji ber di 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe nebûye desthilatdar, li dijî Kurdan dest bi êrîşên nîjadperest ên topyekûn kiriye. Beşdaran, êrîşên nîjadperestî yên li hemberî avahiyên HDP'ê jî nirxandin û diyar kirin ku bersiva gelê Kurd û dostên wan a li van êrîşan, wê bi xebateke rêxistinî re di 1'ê Mijdarê de careke din daxistina AKP'ê ji desthilatdariyê be. Beşdarên civînê gotin, "Zîhniyeta AKP'ê, ji bo hêza Kurdan bişikîne êrîşî Kurdan dike û komkujiyan dike."
Di axaftinên li ser navê Komeleya Elewiyan û Komeleya Nazim Hîkmet de jî hat destnîşankirin, ku li dijî êrîşên njîjadperestî yên AKP'ê, pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a rewşenbîr, sosyalîst û alîgirên demokrasiyê heye.
Nûnerê Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê jî anî ziman ku li her semta Danîmarkayê komîsyon hatine avakirin, komîsyonên jinan hatine damezrandin û ew ji hilbijartinê re amade ne.
Hat ragihandin, ku tevî vê yekê otobus û wesayît hatine amadekirin, ji bo hilbijêrên li herêmên dûr dijîn bi bêpere bibin ser sindoqan û vegerînin. Li gorî vê yekê wê ji bajarên Horsens, Randers, Odense, Aalborg û Aarhûsê, gel bi awayekî bêpere bi otobusên hatine amadekirin re ji bo dengdayînê biçin ser sindoqan. Her wiha ji bo birin û anîna gelê li Kopenhagen û derdora wê dijîn, bi dehan wesayît hatine amadekirin.