Meclîsa Aştiyê: Mesaja 'Şer wê dewam bike' dan!

Meclîsa Aştiyê, da xuyakirin ku bi komkujiya li Enqereyê re mesaja 'şer wê dewam bike' hatiye dayîn.

Meclîsa Aştiyê, da xuyakirin ku bi komkujiya li Enqereyê re mesaja 'şer wê dewam bike' hatiye dayîn.

Berdevkê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz, der barê komkujiya li Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tahmaz got, "Li Cîhanê, ya dişibe vê kêm caran hatiye dîtin. Di mîtînga bi daxwaza aştiyê ya rêxistinên ked û pîşeyî de, li paytexta welêt bi dehan mirov hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn. Armanca komkujiyên 5'ê Hezîranê li Amed^,e 19'ê Tîrmehê li Pirsûsê û armanca komkujiya li Enqereyê, yek e."

'XWESTIN MIRINA MIROVAN DEWAM BIKE'

Tahmaz di dewama daxuyaniyê de got, "Yên ev komkujî kirin û dan kirin dixwazin: Qendîl, çiya bên bombekirin, li bajarên Kurdan ciwan xendekan bikolin, zarok ji aliyê sekvanan ve bên qetilkirin, rêveberên HDP, DBP'yî, rêveberên herêmî û siyasetmedar werin girtin û mirina mirovan bidome. Dixwazin polîs, leşker, qereqol bibin hedefa hêzên çekdar ên HPG'ê, dixwazin polîs-leşker bên revandin an jî înfazkirin. Yanî mesaja 'wê şer dewam bike' dan.

Polîtîkayên şer ên ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê xistin meriyetê, Tirkiyeyê bi lez û bez dixe nava tuneleke tarî. Dema li bûyerên pênc mehên dawî were temaşekirin wê bê dîtin ku ti cudahî di navbera Tirkiyeya 2010'an û Tirkiyeya 1990'î de nîne."

Tahmaz di daxuyaniyê de got, "Kujerên komkujiyên Pirsûs û Amedê, yên komkujî plan kirine kî ne? Hatin ronîkirin? Li gorî daneyên ÎHD'ê, ji 24'ê Tîrmehê heta roja îro 113 sivîl hatin qetilkirin. Kujerên van ka, çima nayê lêkolînkirin?"

'DEMA PÊKHATINA KOMKUJIYÊ MANÎDAR E'

Tahmaz anî ziman ku komkujî li roja PKK biryara bêçalakîtiyê bide hatiye kirin û got, "Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi xwe got ku ew ê agirbesta yekalî mûxatap negirin. Manîdar e ku piştî vê daxuyaniyê, komkujî rû daye."

Tahmaz ji welatiyên jiyana xwe ji dest dan re rehmet, ji birîndaran jî şîfa xêrê xwest.