Li bajarên Ewropayê wê komkujiya Enqere bê protestokirin
Li hember komkujiya li Enqereyê li gelek bajarên Ewropa gel dadikeve qadan.
Li hember komkujiya li Enqereyê li gelek bajarên Ewropa gel dadikeve qadan.
Li hember komkujiya li Enqereyê li gelek bajarên Ewropa gel dadikeve qadan.
Komkujiya li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê wê li Ewropayê jî bê protestokirin.
MARSÎLYA
Di daxuyaniya ku li ser navê Navendên Civaka Demokratîk a Kurdistan a li Başûrê Fransayê de wiha hat gotin: "Ji bo protestokirina vê êrîşa nemerd û li hember vê zîhniyetê yekîtî bê pêşxistin, em bang li gelê xwe yê li Marsîlya, Montpellîer, Avîgnon, Nîce, Cannes, Draguîgnan û derdora wê dijîn dikin ku vê êvarê aet 18.00’an tevlî çalakiya me ya li Marsîlya Canebière bibin.”
Her wiha saet 13.00’an li Strasbourg Place Kleber, li Lorient, Place Astride Briand saet 18:00, li Rennes Place du Colombier saet 17:00, li Nantes Place du Commerce saet 19:00, St. Brieuc Parc des Promenades saet 17:00'an wê çalakî pêk bên
PARÎS
Di daxuyaniya CDK-F de wiha tê gotin: “Ji bo protestokirin û şermezarkirina vê komkujiya hov a dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan, îro em ê ji saet 13.00’an pê ve li Qada Repûbliqûe çalakiyek navendî li dar bixin. Em bang gelê Kurd û dostên wan, kesên alîgirê aştî û demokrasiyê yên li Parîs û derdora wê dijîn dikin ku tevlî çalakiyê bibin.”
LORÎENT
Komkujiya li Enqereyê wê li navenda Lorîent li pêşiya kargeha Fnacê bê protestokirin. Saeta çalakiyê jî 18.00 e.
ELMANYA
Protestoya li Elmanyayê jî saet 17.00’an li bajarê Freiburg li Kartoffelplatz e.