Mirovên bi saxî filitîn: Wezayîtên zirxî bi ser mirî û birîndaran ve ajotin!

Mirovên bi saxî ji komkujiya li Enqereyê rizgar bûn, bal kişandin ser rola polîsan. Gozde Kaya got, "Min dît ku polîsek ji cihê bûyerê direve." Melîsa Aydin jî diyar kir ku polîs li pêşiya rakirina birîndaran bû asteng.

Mirovên bi saxî ji komkujiya li Enqereyê rizgar bûn, bal kişandin ser rola polîsan. Gozde Kaya got, "Dema min li cihê bûyerê nihêrî, min dît ku polîsek reviya." Melîsa Aydin jî diyar kir ku polîs li pêşiya rakirina birîndaran bû asteng.

Mirovên bi saxî ji komkujiya li Enqereyê ya li hemberî aştîxwazan rizgar bûn, agahî dan ANF'ê.

'MIN DÎT KU POLÎSEK JI CIHÊ BÛYERÊ DIREVE'

Gozde Kaya anî ziman ku komkujî li cem wê qewimiye û got, "Min dengê teqînekê bihîst. Dema min li cihê bûnerê nihêrî, min dît ku polîsek direve. Piştî wê teqîneke din rû da. Dûre yeka din. Teqîn li cihê girseya HDP'ê, Partîzan û komên şoreşger rû dan. Goştê hevalên me bi ser me de bariyan. Piştî bûyerê, ji bo rakirina hevalên xwe yên birîndar me berê xwe dan taksiyan. Taksiyan konktat girtibûn. Şoforê yekî ji wan tinebû. Dûre wesayîtên zirxî yên bi tîpa akrep hatin û bi ser mirî û birîndaran ve ajotin."

'POLÎSAN NEHIŞTIN BIRÎNDAR BÊN RAKIRIN'

Melîsa Aydin jî got, "Em ji Îzmîrê hatin, ji bo dirûşmên aştiyê biqîrin. Di rê de coşeke mezin hebû. Ji bo jin, zarok, ciwan nemirin, em li Enqereyê bûn. Di dema ketina qadê ya korteja HDP'ê de teqînê rû da."

Aydin diyar kir ku ji nişka ve wê miriyên hevalên xwe dîtiye û got, "Her tişt gelekî nebaş bû. Me xwest alîkariyê bidin hevalên xwe yên birîndar. Destê hevalekî me jê bûbû. Di vê kêliyê de, hewl dida rabe ser piyan. Polîsên ku ev dîtin yekser hevalê me yê birîndar hedef girtin û mudaxle kirin. Me jî bi qîrîna dirûşmeyan bersiv dan destwerdana polîsan. Birîndaran li çareya serê xwe nihêrîn. Rewş gelekî nebaş bû. Li her derê goştê mirovan, dest û lingê mirovan ê jêbûyî hebûn.

'XWE LI AŞTIYÊ RANEGIRTIN'

Em ji bo aştiyê ketin ser rê, lê nekarîn xwe li vê jî rabigirin. Mirovên ewçend aştî dixwestin, qetil kirin. Beriya teqînê jinên di destê wan de zarok hebûn, li qadê bûn. Gelekî bi coş bûn. Jin, zarok, ciwan û hemû aştîxwaz kuştin. Me ev heq nekiribûn."