KNK: Berpirsyarê komkujiyê Erdogan û AKP ye

KNK'ê komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û diyar kir, ku ev êrîş, dewama êrîşên dewleta Tirk ên ji meha Tîrmehê û vir ve li hemberî gelê Kurd dimeşîne ye. KNK'ê destnîşan kir ku berpirsyarê êrîşê Erdogan, AKP û dewleta Tirk e.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê şermezar kir. KNK'ê bibîr xist, ku li gorî encamên heta niha herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmara windahiyan gav bi gav zêde dibe û destnîşan kir, ku kesên jiyana xwe ji dest dane, şehîdên aştî û azadiyê ne.

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku ev êrîş êrîşa şerxwazan e, li dijî aştîxwazan hatiye kirin û got, "Ev êrîş dewama teqandina 5'ê Hezîranê ya li mîtînga Amedê ye, dewama teqandina 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê ye. Ev êrîş dewama hemû êrîşên Dewleta Tirk ên ku ji meha Tîrmehê ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bajarên Bakurê Kurdistanê û hemû cografya Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye.

Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku ji meha Adarê ve pêvajoya aştî û çareseriyê xetimandî û hevdîtin dayîn sekinandin. Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku ev mehane li her derê êrîşê Gelê Kurd û desketiyê Gelê Kurd dikin. Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku dixwazin îktîdara xwe û qesra xwe bi hukmê şer biparêzin. Şerxwaz, kujer û berpirsyar diyarin. Dibe ku hinek kes an hinek grup weke tilîkêş hatibin xebitandin, lê çi dibe bila bibe berpirsyarê vê êrîşê Tayyîp Erdogan e, hikûmeta AKP'ê ye, Dewleta Tirk e. 

Em weke KNK, vê êrîşa xunxar û van berpirsyarên ne mirov, bi tundî şermezar dikin. Ji şehîdan re rahmet û ji birîndaran ra şîfayê dixwazin. Ji malbat, Gelê Kurdistanê û Gelê Tirkiyê re sersaxiyê dixwazin."