TTB'ê banga wezîfeyê li hemû doktoran kir
TTB'ê bang li hemû doktorên li nexweşxaneyên Hacettepe, Îbnî Sîna, Nûmûne û nexweşxaneya Enqereyê wezîfeyê dikin kir, ku bi lezgînî biçin ser kar û hemû wezîfeya xwe bikin.
TTB'ê bang li hemû doktorên li nexweşxaneyên Hacettepe, Îbnî Sîna, Nûmûne û nexweşxaneya Enqereyê wezîfeyê dikin kir, ku bi lezgînî biçin ser kar û hemû wezîfeya xwe bikin.
Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Bayazit Îlhan, bang li hemû nexweşxaneyên nêzî Gara Enqereyê cihê êrîşên bombeyî lê hatin kirin, kir ku ji bo dermankirina birîndaran bi berpirsyarî rabin û wezîfeya xwe bi cih bînin.
Îlhan anî ziman ku ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûne û bang li doktorên li nexweşaneyên Hacettepe, Îbnî Sîna, Nûmûne û nexweşxaneya Enqereyê wezîfeyê dikin kir, ku bi lezgînî dest bi nobedê bikin.