Irmak: Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne

Hevseroka KCD’ê Irmak, diyar kir ku êrîşa bombeyî ya li Enqerê li hember pêşeroja welat êrîşeke nemerdî ye û wiha got: “Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne.”

Hevseroka KCD’ê Irmak, diyar kir ku êrîşa bombeyî ya li Enqerê li hember pêşeroja welat êrîşeke nemerdî ye û wiha got: “Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak, êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga aştiyê nirxand û bal kişand ser dema êrîşê, destnîşan kir ku du roj berê KCK’ê aşkera kir wê agirbestê îlan bike pêk hat, ev êrîş li hember agirbestê bû bersiv.

‘KONSEPTA KOMKUJIYÊ DIDOME’

Irmak got,“Êrîşa hov êrîşeke li hember pêşeroja vî welatî ye. Êrîşek nemerdî ye, wisa xuya dike ku ev ne ya yekemîn e, wê bidomînin” û bi bîr xist ku li Pirsûsê, Amedê jî berê bîlançoyên giran derketibûn, ev êrîşa jî berdewama wan e.

Irmak destnîşan kir ku ev demek e bi êrîşên hov ên li hember sivîlan ve rû bi rû ne û wiha dom kir: “Êrîş li Cizîrê, Nisêbînê, Gimgimê, Farqînê hene. Ev parçeyên konseptekê ne. Rêbaza, gav bi gav anîna ber şerê hundir e. Bi hêzên taybet hatin çêkirin, ev hêz di salên 90’î wek JÎTEM dihate binavkirin. Niha bi hêzên vekirî, aşkera hikûmet û Tayyîp Erdogan vê konsepta bi xwîn dimeşînin.”

Irmak bal kişand konsepta li ser komkujiyan hatiye avakirin û got ku wê encamên wê pir xeter bin û welat bi vî hale xwe jî bi rê ve naçe. Irmak diyar kir ku li hember van komkujiyan kes bê deng namîne û wê hesabê komkujiyê bê xwestin.

‘ÊRÎŞ, BERSIVA AGIRBESTÊ YE’

Irmak bi bîr xist ku berî agirbesê bi du rojan KCK’ê daxuyand ku wê agirbest bê îlankirin, berî agirbestê ev êrîşa pêk hatiye jî li hember agirbestê bersivek e. Irmak wiha got: “Ez dixwazim tiştekî balkêş bibêjim, hûn dizanin KCK’ê du roj berê di daxuyaniya xwe de got ku wê roja Yekşemê agirbestê îlan bikin, wê pêvajoya bê çalakbûnê destpê bike. Ev êrîş di rastiyê de bersiva vê daxuyaniyê re ye.”

Irmak ji gel re sersaxî, ji birîndaran jî şîfa xwest û ev banga kir: “Ez dixwazim ji her kesî re vê bibêjim, divê em bi sebir bin, hişyar bin. Em li hember her tiştî amade bin, lê divê em bê ku tedbîrên xwe û têkoşîna xwe deynin milekî, em meşa xwe bidomînin.”